Li Duhokê 4 kes li ber lehiyê ketin

Li Duhokê, ji ber barana zêde lehî rabû. 4 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan.

Li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê, ji ber barana zêde doh bi şev saet 23'an lehî rabû. 4 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan. Av her wiha li gelek mal û kargehan jî qewimî.

Wekî din, ji ber lehiyê xisar li 27 mal, 27 wesayit û gelek kargehan bû. Gelek welatî li hundirê xaniyê xwe asê man.

30 welatiyên li gelek taxên Duhokê ji ber lehiyê asê man hatin rizgarkirin.