Li Ebexê kolberek hate qetilkirin

Li nêzî Ebexê li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê di êrîşa rejîma Îranê de kolberek hate qetilkirin û 4 kolber jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê li nêzî Ebexê li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê di êrîşa rejîma Îranê de kolberek hate qetilkirin û 4 kolber jî birîndar bûn.

Hate hînbûn ku kolberê ku hatiye qetilkirin, navê wî Elî ye û ji gundê Îsa Gulikê ye.

Kolberên bi navê Mihemez Mîrzayî, Azad Yastar, Mehmûd Elemhûlî û Umêd Elemhûlî jî birîndar bûne.

Hate diyarkirin ku birîndar rakirina nexweşxaneya Ebexê.