Li Elkê 5 herêm li sivîlan hatin qedexekirin

5 herêmên li bejahiya Elkê weke "Herêma Ewlekariyê ya Taybet" hatin ragihandin û li sivîlan hatin qedexekirin.

Artêşa Tirk ku li navçeya Elkê ya Şirnexê amadekariyê ji bo operasyonê dike, 5 herêm weke "Herêma Ewlekariyê ya Taybet" îlan kir û ji bo 15 rojan li sivîlan qedexe kir.

Cihên ku hatine qedexekirin: "Herêma Altindaglari; Belatîn Sirti, Duden Mevkî, Mavorsîs Tepe, 309 metre başûr rojhilatê Mavorsîs Tepe û Marîne Sirti."

Li herêmê liv û tevgera leşkerî heye.