Li Farqînê polîsên Tirk dor li taxekê girtine

Polîsên AKP/MHP'ê dor li taxa Bahçelîevler a Farqînê girtin.

Polîsên Tirk danê nîvro dor li taxa Bahçelîevler a navçeya Farqîn a Amedê girtin.

Yekîneyên tîmên taybet ên polîsên Tirk bi wesayitên zirxî ketin nava taxê û nahêlin kes ne bikeve nava taxê ne jî ji nav derkeve. Polîsên Tirk, welatiyên ku dixwazin ji nava taxê derdikevin nasnameyên wan desteser dikin û piştre vedigerînin nava taxê.

Li ser sedema dorpêçiyê ti agahî bi dest neket.