Li Geverê sewqiyata leşkerî

Ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ber bi Şemzînana Colemêrgê sewqiyata leşkerî hate kirin ya ku ji dehan wesayîtên zirxî pêk tê

Ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ber bi navçeya Şemzînanê ve sewqiyata leşkerî hate kirin ya ku ji  dehan wesayîtên zirxî pêk tê. Wesayîtên zirxî yên Kîrpî û Kobra ku ji 3’emîn Fermandariya Tumena Geverê derketin û bi hevkariya polîsan ji Caddeya Cengîz Topel re ber bi Şemzînanê  ve çûn. Tevî wesayîtên zirxî di kamyonan de hebûna leşkeran jî hate dîtin.