Li Heftanînê bombebaran: Rez û baxçeyên gundiyan bûn hedef

Artêşa Tirk a dagirker bi avêtina top û hawanan ya li gundê Nîzore yê herêma Heftanînê rez û baxçeyên gundiyan kir hedef. Di êrîşê de zirarekî mezin a gundiyan çêbû.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin artêşa Tirk îro top û hawan avêtin gundê Nîzore yê herêma Heftanîn a Başûrê Kurdistanê.

Hate ragihandin ku ji ber topbaranê li zeviyan şewatek mezin derketiye. Çavkaniyên ji herêmê diyar kirn ku rez û baxçeyên gundiyan di topbaranê de zirarekî mezîn dîtine.

Topbarana li herêmê bi navber didome.