Li Kanîreşê erd hejiya-HATE NÛKIRIN

Li Kanîreşa Çewligê bi pileya 5,9 erd hejiya.

Enstîtutiya Erdhejê û Rasatxaneya Kandîlliyê diyar kir ku saet di 17.24’an de li navçeya Kanîreşê ya Çewligê bi pileya 5,9 erd hejiyaye.

Hate diyarkirin ku erdhej 5 kîlometreyan kûr çêbûye.

Rasatxaneya Kandîliyê piştre diyar kir ku pileya erdhejê 5,8 e AFAD’ê jî diyar kir ku 5,7 e.

Amed û Erzirom jî ji ber erdhejê hejiyan.

Piştî erdheja pêşîn li Kanîreşê saet di 17.34’an de bi pileya 4,6 dîsa erd hejiya.