Li Kerkûkê teqîn

Li ser rêya Kerkûk- Selahaddîn dema wesayîta sivîlan derbas dibû mayîna çeteyên DAIŞ’ê teqîya 2 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Midûrê Polîsên Kerkûkê Afrasyav Kamîl têkildarî teqîna li ser rêya Kerkûk-Selahaddîn ev agahî parvekir; “Li nêzî gundê Mirbat dema ku wesayîteke sivîlan derbas dibû li mayîna çeteyan a berê danîbûn li ser rê qelibî û di encamê de 2 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn.

Li herêmê hêzên ewlehiyê 2 mayînên cûda dîtin. Mayîn bi kumandayê ji dûr ve hate teqandin.”