Li Licê derketina derve hate qedexekirin

Li 11 tax û gundikên Licê derketina derve hate qedexekirin. Leşkerên Tirk piştî ragihandina qedexeyê dest bi operasyonêkirin.

Li taxên Bayirli, Baharlar, Yaprakkoy û Yunluce û gundikên Yeşîlbûrç, Mehmedîl, Saglik, Gonen, Hamzabey û Kûmûmîrza yên Licê ji îro danê sibehê saet 6'an û pê ve derketina derve hate qedexekirin.

Piştî ragihandina qedexeya derketina derve, yekîneyên tîmên taybet ên artêşa Tirk dest bi operasyonê kirin.