Li Meletiyê bi pileya 5.2'an erd hejiya

Li bajarê Meletiyê yê Bakurê Kurdistanê bi pileya 5.2'an erd hejiya.

Li gorî Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê ya ser bi hikumeta Tirk, erdhej li gorî dema herêmê saet di 12:37'an de li navçeya Puturge ya Meletiyê bi 5 kîlometreyan di binê erdê de rû da.

Bajarên Amed û Xarpêrt jî bi erdheja bi dijwariya 5.2 pileyî hesiyan. Li ser erdhejê hîn agahiyên berfireh bi dest neketine.