Li Mereşê bi pileya 4.7 erd hejiya

Li navçeya Cerît a Mereşê bi pileya 4.7 erd hejiya.

Li gorî daneyên Enstîtuya Lêkolîna Erdhej û Rasathaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçî seat 18.29'an li navçeya Cerît a Mereşê erd hejiya.

Hate diyar kirin ku erdhej bi pileya 4.7 5 kîlometre kurahiya erdê de çêbûye. Li gorî agahiyên destpêkê di erdhejê de windahiya can û mal tuneye. Erdhej li bajarên Semsûr û Dîlok ên derdor jî hate hîskirin.