Li Merîwanê 2 jinên ciwan xwe kuştin

Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, 2 jinên ciwan xwe kuştin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ev dram roja 31'ê Gulanê li taxa Tappemuskê rû da.

Ameneh Saîdî ya 30 salî û Ferîde Saîdî 35 salî întixar kirin.

Her du jinan ji ber bêkarî û xizaniyê firoşkariya seyar dikirin.

Rêxistinên mafên mirovan diyar dikin ku ji meha Adarê û vir ve li Îranê hejmara mirovên întixar dikin zêde bûye.