BI DÎMEN

Li Mexmûrê ciwanan bi meşaleyan dîrok nivîsandin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ciwanan bi meşaleyan Cejna Berxwedana Netewî pîrozkirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ciwan û xwendewanan di pêşengiya Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) û Yekitiya Xwendekarên Azad de, meşek bi meşaleyî lidar xistin. Ciwan û xwendewanan bi meşeleyan xwe gihandin qadê û ji bo pîrozkirina ‘Cejna Berxwedana Netewî’ bi meşeleyan ‘1978’ nivîsandin.

Ciwan û xwendewanên ku Cejna Berxwedana Netewî pîrozkirin piştî bi meşeleyan dîrok nivîsandin, bi stran û dirûşmeyên, ‘Bijî Serok Apo!’ govend gerandin.

Pîrozbahî bi dirûşmeyên, ‘Bijî Serok Apo!’, ‘Bijî Partiya Karkerên Kurdistan!’ bi dawî bû.