Li Mûşê polîsan zarokek bi giranî birîndar kir

Li Mûşê polîsên Tirk bi wesayita zirxî li zarokê bi navê Veysel Toplu reşand û ew bi giranî birîndar kir.

Şevê dî li navenda Mûşê, li ser Kolana Stesyonê wesayita zirxî li derdorê reşand û di encamê de Veysel Toplu ê 12-13 salî, ku li qada duyan a avahiyê bû bi giranî birîndar bû.

Hate gotin rewşa Veysel, ê ku malbata wî ew rakirî nexweşxane giran e.

Li gorî şahidên bûyerê dema bûyerê gel helwest nîşan daye û li ser vê jî polîsan bi bombeyên gazê êrîş biriye ser gel.