Li Pîrbûlayê şerekî dijwar diqewime

Di navbera leşkerên Tirk ên dagirker de ku xwestin xwe berdin qûntara Pîrbûlayê û gerîlayan de şerekî dijwar diqewime. Di şer de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Leşkerên Tirk ên dagirker hewl dan xwe berdin qada Pîrbûla ya herêma Heftanînê.

Lewma di navbera leşkerên Tirk ên dagirker û gerîla de şerekî dijwar dest pê kir.

Hate ragihandin ku di vî şerî de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin.

Liv û tevgera balafirên keşfê yên li herêmê dewam dike.