Li Rihayê teqîn: 2 jê zarok 3 kes birîndar bûn

Li ser sînorê Kaniya Xezalan a Rihayê ji ber teqîna hesinekî, 2 zarok û diya wan birîndar bûn.

Li taxa Berdî ya Kaniya Xezalan a Rihayê ji ber teqîna hesinekî zarokên bi navê Elîf Badem (12) û Alî Badem (15) diya wan Emîne Badem (45) birîndar bûn. Zarok rakirin Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan a Rihayê. Hate diyarkirin ku diya wan jî ji rûyê xwe birîndar bûye û tendirustiya wê baş e.

Hate hînbûn ku tişta ku teqiyaye amûreke bombeyan e.