Li Semsûrê 11 kes hatin destgîrkirin

Hevşaredarê bajarokê Komur a Semsûrê Huseyin Yuka jî di nav de 11 kes hatin destgîrkirin. 

Piştî ku duh li bejahiya bajarokê Komur ê ser bi Semsûrê şerê qewimî û herî kêm 4 leşkerên Tirk hatin kuştin, jendermeyan li herêmê dest bi operasyona destgîrkirinê kirin.

Jendermeyên Tirk avêtin ser 12 malan û hevşaredarê bajarokê Komurê yê ji DBP'ê Huseyîn Yuka hat destgîrkirin. Tevî Yuka 3 kesên hatî destgîrkirin, birin Fermandariya Jendermeyan. 

Hate ragihandin ku bi giştî 11 kes hatine destgîrkirin.