Li ser rêya Silêmanî-Kelarê ji ber qezaya trafîkê 3 kes mirin

Li nêzî bajarokê Bawenûrê yê navbera Silêmanî û Kelarê ji ber qezaya trafîkê 3 kes mirin.

Li ser rêya sereke ya navbera Silêmaniyê û navçeya Kelarê, li nêzî barajokê Bawenûrê danê nîvro 2 wesayît li hev qelibîn. Ji ber qezayê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rêveberiya Polîsên Trafîkê ya Germiyanê Karzan Mecîd diyar kir ku di qezayê de herdu şofêran û kesek din jiyana xwe ji dest dane.