Li Silopiya û Cizîr 5 kes hatin girtin

Ji 11 kesên li navçeyên Silopiya û Cizîr ên Şirnexê hatibûn destgîrkirin 5 kes hatin girtin.

Di 14 û 15’ê Tebaxê de li navçeyên Silopya û Cizîrê di serdegirtinên malan de 11 kes hatibûn destgîrkirin. Ji 11 kesên ku hatibûn destgîrkirin 5 jê hatin girtin.

Kesên ku li her dû navçeyan hatin destgîrkirin navê wan wiha ye: Delîl Urek, M. Emîn Nart, Haci Bagata, Mesût Yagarcik û Ozgur Yildiz.

Her 5 kesên ku hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.