Mexmûrî bi tundî li ber êrişan rabûn

Şêniyên kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrişa dewleta Tirk a li ser kampê şermezar kirin.

Şêniyên kampa Şehîd Rustem Cûdî êrişa dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Şêniyên wargehê ji ANF'ê re axivîn.

Mexmûriyan ragihandin ku wê çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina êrişkariya dewleta Tirk bidomînin û gotin, "Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin."