Otobus gindirî nava newalê: 6 kes mirin, 24 kes birîndar bûn

Li Mûşê, otobuseke rêwiyan ji ber berfê gindirî nava newalê. Di bûyerê de 6 kes mirin, 24 kes jî birîndar bûn.

Otobusa rêwiyan a ji Hatayê diçû Mûşê, li nêzî Solxanê gindirî nava newalê. Di qezayê de ku li cihekî bi 50 kîlometreyî dûrî navenda Mûşê rû da, 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 24 kes jî birîndar bûn.

Tê gotin qeza ji ber barîna zêde ya berfê û zîpikê qewimî ye.

Mirovên di qezayê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên li Mûş û Çewligê.