Ozer û Berk hatin destgîrkirin

Parlamenterê berê yê HDP'yî Edîp Berk û endama cîgir a Meclîsa Partiyê Gulşen Ozer hatin destgîrkirin.

Parlamenterê berê yê HDP'yî Edîp Berk û endama cîgir a Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Gulşen Ozer li malên xwe yên Amedê di serdegirtinê de hatin destgîrkirin.

Polîsên Tirk avêtin ser malên Ozer û Berk û piştî lêgerînê ew destgîr kirin.

Ozer û Berk birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê. Tê gotin ku Ozer û Berk ji ber axaftina xwe ya sala 2018'an a li Çewlikê ya pîrozbahiya Newrozê hatine destgîrkirin.