Qedexeyên sîstematîk û kêfî yên li Colemêrgê didomin

Walîtiya Colemêrgê li 5 herêmên dikevin navçe û bajarê ji bo 15 rojan weke herêmên ‘ewlehiya taybet’ qedexe kir.

Li naçve û bajarê Colemêrgê dîsa walîtiyê ji bo 5 herêman weke ‘Herêmên ewlehiya taybet’ ragihand û ji çûn û hatinê re qedexe kir.

Walîtiyê ev herêm ji 11-25’ê Sibata 2020’ê ketina wê qedexe kir.

Li gelek bajarên Kurdistanê bi salanin qedexeyên kêfî û sîstematîk dewam dikin. Qedexe her 15 roj an otomatîkî mehekê dirêj dikin.