Rejîma Îranê kolberekî din ê Kurd kuşt

Hêzên çekdar ên rejîma Îranê kolberekî din kuştin û 2 jî birîndar kirin.

Li gorî rapora, Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê duh li sînorê bajarê Pîranşar ê Ûrmiyê hêzên Îranê gule li komek ji kolberan reşandin.

Hate ragihandin ku di encama gulebaranê de, kolberê Kurd Hesen Muradî yê ji Pîranşarê jiyana xwe ji dest da û kolberên bi navê, Rehman Mehmudî û Simko Ehmedî jî bi giran birîndar bûn.
 
Piştî gulebaranê niştecihên herêmê birîndar rakirin nexweşxaneya Pîranşarê.