Waliyê mêtinger ê Wanê Meşa Demokrasiyê 'qedexe' kir

Waliyê mêtinger ê Wanê Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê 'qedexe' kir.

Polîtîkaya mêtingeriya qirker a dewleta Tirk a bi pêşengiya AKP-MHP'ê ya li  HDP'ê didome.

Walîtiya Wanê ji bo ku baskê Wanê yê Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê ku wê ji Colemêrg û Edîrneyê dayî destpêkirin asteng bike daxuyniyek da û ragihand  ketin û derketina nav bajêr hatiye 'qedexekirin'.