Wê gelê Helebçeyê bi pêşengtiya jinan meşekê li dar bixin

Bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Têkoşer (JCT) û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) wê roja 15’ê Hezîranê bi mebesta şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê dewleta Tirk û tundiya li ser jinan meşekê li dar bixin.

Wê roja 15’ê Hezîranê li Helepçeyê bi pêşengtiya JCT û RJAK’ê meşek were lidarxistin. Jin wê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û tundiya li ser jinan bimeşin.

Meş wê di 8’ê êvarê de li ber Baxê Giştî ya Helebçeyê dest pê bike û heta bazara wê bidome.