YNK ji bo diyarkirina namzetê Serokkomariya Iraqê civiya

Rêveberiya YNK’ê ji bo diyarkirina namzetê Serokkomariya Iraqê li Silêmaniyê li hev civiyan. Ji bo namzetiyê navê 5 kesan derdikeve pêş.

Tê payîn ku rêveberiya YNK’ê piştî cîvîna îro ya li bajarê Silêmaniyê wê namzetê Serokkomariya Iraqê eşkere bike.

Di nava YNK’ê de navê endamê Polîtburoya Partiyê Mele Bextiyar, Serokê Koalîsyona Edalet û Demokrasî Berhem Salih, Mihemed Sabîr, Letîf Reşad û Fûad Mahsum  derdikeve pêş.