KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk nahêle ku Êzidî li cihekî vehewin
2 hezar Êzidiyên ku piştî êrîşa DAÎŞ'ê li Kampa Fîdanlik a Amedê bi cih bûn, lê bi fermana qeyûm ji kampa AFAD'ê ya li Mîdyatê re hatibûn şandin, niha jî li kampeke li Dîlokê tên bicihkirin. -
40 salan sekn li Mam Zekî nebû
Dema ku li Celleyê li febrîqeyekê dixebitî, sala 1978'an PKK nas kir. Bû neferekî Êzidî yê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û 40 salan bê navber xebitî. Van 4 salên dawî ji bo Êzîdxana demokratîk û xweser kar kir. Heta roja şehadetê sekn li wî nebû. -
Malbatên Roboskiyê lêgerîna xwe ya edaletê didomîne
Malbatên Roboskiyan lêgerîna xwe ya edaletê di hefteya 346’an de jî dewam kir. Malbatan carekî din banga edaletê kir û gotin: “Em ti carî li gel kesên ku berpirsên qetlîama Roboskiyê diparêzin li heman keştiyê siwar nabin.” -
NÛ BÛ-Civaka Êzidî nerazîbûn nîşanî êrîşan da
Êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Şengalê bi meşeke girseyî hate protestokirin. Di meşê de Êzidiyan bibîr xistin ku wê hêviyên Zekî Şengalî pêk bînin. -
Ji bo Fermandarê YPG’ê Nîmed Amed konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo Fermandarê YPG’ê Nîmed Amed ê di berxwedana azadkirina Reqayê de şehîd bûbû, li Amedê konê sersaxiyê hate vedan. -
Tevgera Azadî: Xwedî li gelê Şengalê derbikevîn!
Tevgera Azadî, bibîr xist ku êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê ji ber bêdeniya hikûmeta Herêmê û Iraqê pêkhatiye. -
NÇÊ: Em ê şopdarê rêya Mam Zekî Şengalî bin!
Navenda Çanda Êzidxanê têkildarî êrîşa li Şengalê daxuyaniyek da û got: “Êrîşa ku têde Mam Zekî Şengalî şehîd bûye, bi qasî fermana li ser civaka Êzidî hatî kirin gîrîng e.” -
KCD: Em êrîşa li Şengalê şermezar dikin
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar ki ku ew êrîşa li Şengalê ya li dijî civata Êzidiyan bi tundî şermezar dikin. -
Li Colemêrgê çalakiya gerîla, li Dersimê şerê giran
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku hêzên gerîla li Çelê du çeperên leşkerî rûxandine. Navendê ragihand ku li Dersimê jî şerekî giran qewimiye. -
Li Semsûrê şer: Herî kêm 4 leşker mirin -NÛ BÛ
Li bejahiya Semsûrê şer qewimî. Li gorî çavkaniyên Tirkan herî kêm 4 leşker mirine, 3 jî birîndar bûne. -
Daxuyaniya KCK'ê ya li ser şehadeta Mam Zekî Şengalî
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser Zekî Şengalî ku li Şengalê ji ber sûîqesta artêşa Tirk şehîd bû daxuyaniyek da. KCK'ê got, "Dewleta Tirk bi komkujî û sûîqestan hîn zû dawî li xwe tîne." -
Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî şehîd bû
Koordînasyona Civaka Êzidî bi daxuyaniyekê ragihand ku Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî ji ber bomberdûmana balafirên şer şehîd bûye. -
15'ê Tebaxê li Bradostê hate pîrozkirin
Gerîlayên li herêma Bradostê, salvegera 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê bi teqandina fîşekên hewayî pîroz kirin. -
Meseleya Kerkûkê dîsa gur bû
Nûnerên YNK’ê yên Kerkûkê li ser hev diyar kirin ku ji ber beşdarnebûna endamên PDK’ê û venegerîna wan, meclîsa bajêr a Kerkûkê nikare bicive. Kemal Kerkûkî yê ku berpirsê Kerkûk-Germiyan ê PDK’ê ye diyar kir ku di van şertan de PDK ew ê venegere Kerkûkê. -
Bayik: Têkoşîn wê êdî pirralî be
Bayik got "Dema li pêşiya me wê bibe demek ku li Kurdistanê têkoşîn pirralî tê kirin. Bayik ev têkoşîn ji bo Kurdan weke têkoşîna man û nemanê bi nav kir. -
Şewata li Dersimê li qadeke fireh belav dibe
Şewata li Dersimê ku ji aliyê artêşa Tirk ve hate derxistin heremek ji hezaran hektarî şewitand. -
Rêwiyên Tebrîzê di trenê de asê man
Trena Van Golu Ekspres ku sefera Wan-Tebrîz (Îran) dikir, ji ber pirsgirêka sotemeniyê sekinî. Bi sedan rêwî di trenê de asê man. -
Keça girtiyê nexweş: Em ê dest bi çalakiya rûniştinê bikin
Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku 22 sal in li girtîgehê ye Selma Ozkan got, eger bavê wê neyê berdan wê dest bi çalakiya rûniştinê bikin. -
ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Tebaxa 2018'an. -
Di derbarê êrîşa li dijî Şengalê de sibê daxuyanî tê dayîn
Tê payîn ku sibê di derbarê êrîşa dewelata Tirk a dagirker a li dijî Şengalê pêk anî de daxuyanî bê dayîn. -
15’ê Tebaxê bi coşeke mezin li Mexmûrê hate pîrozkirin
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 35’emîn salvegera 15’ê Tebaxê bi coşek mezin hate pîrozkirin. -
Artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê agir bi daristanê xist
Artêşa Tirk a ku li Bakurê Kurdistanê bi ‘operasyonên leşkerî’ agir bi daristanan dixin, li derdora gundê Deştê Kafya û Gundê Guzê ya herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê agir bi daristanê xist. -
Li Şengalê êrîşên hewayî tên lidarxistin- NÛ BÛ
Balefirên şer Şengalê bomberdûman dikin. Bomberdûmana ku saet di 17.00’an de dest pê kiribû hê jî didome. -
Hêzên gerîla li Barzan, Colemêrg û Sêrtê li hêzên dagirker xistin
Gerîlayên HPG-YJA Starê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê, li Colemêrg û Sêrtê li dijî hêzên Tirk ên dagirker çalakî pêk anîn. Herî kêm 6 leşker hatin kuştin. -
Ciwanên Êzîdî li dijî komkujî û dagirkeriyê li Qendîlê ne
Endamên Yekîtiya Ciwanên Êzîdî tevlî çalakiya mertalên zindî ya li Qendîlê bûn û gotin ew ê rê nedin komkujî û dagirkeriyê.