KURDISTAN
Endamê Koordînasyona PJAK'ê Fuad Bêrîtan diyar kir ku li Îranê valahiyeke hêzê ya gengaz wê karibe ji bo vejîna sîstemeke demokratîk zemînê biafirîne û got, weke hêzeke girêdayî îradeya gel em ji hemû senaryoyên gengaz re amade ne.
HPG-NRÇ’ê şehîdên Garê bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Jiyana bi derwêşane ku yek ji taybetmendiyên milîtaniya Apoyî ye, di xwe de şênber kirin û mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin hiştin.”
HPG-NRÇ’ê 6 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Bi îradeya xwe ya bêhempa di dîroka azadiya gelê me de cihê xwe girtin û bûn nirxên me yên bilind ku her tim riya me ronî dikin.”
Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Lêgerîn Artemetan bal kişand ser banga 'vegerê' ya Rêber Apo li sirgûniyan kir û got, "Her ciwanên Kurdistanî yên bi rûmet divê li xak, çand û zimanê xwe vegere."
HPG-NRÇ’ê diyar kir ku gerîlayên bi navê Amed Zap û Şiyar Qeremox şehîd bûne û got, “Bi ruhê fedayî yê Apoyî, hevrêtiya kûr, pîvanên jiyana dilnizm, sekna bi wêrek û fedakariyên xwe hewl dan heqê wezîfeyên xwe bidin.”
Hemû Nûçe
-
-
Cemîl Bayik: 15'ê Tebaxê hesabên faşîzmê serûbin kir
Bayik: Pêngava 15'ê Tebaxê hesabên faşîzma 12'ê Îlonê rûxandin, ew serûbinî hev kirin. Faşîzma 12'ê Îlonê bi 14'ê Tîrmehê di warê îdeolojîk de hatibû têkbirin, di 15'ê Tebaxê de jî derbeke mezin a eskerî û siyasî lê hat xistin.
-
-
-
-
-
KNK: Bi giyanê 15'ê Tebaxê hêz û şiyana xwe bikin yek
"Em hêvî dikin gelê Kurdistanê bi ruh û giyanê 15'ê Tebaxê, hemû hêz û şiyana xwe bike yek, tifaqa navxweyî kamilen pêk bîne û dijî her reng zulm û zora dagirkeran, têkoşîna azadî û rizgariya Kurdistanê bi ser bixe û bigihe armanca mezin."
-
Muzîk ahenga gerîla û xwezayê ye
Gerîla li gel şerê giran wêneyan jî xêz dikin, muzîkê jî diafirînin. Rizgar Oremar ê ku meha Tebaxê şehîd bû, bi muzîkê re mijûl dibû.
-
Nivîsa Mahsûm Korkmaz a li ser roja 15'ê Tebaxê
"Wê li gelek herêman di heman rojê de çalakî bihatina kirin û HRK bihatina ragihandin. Çar sal bû ku em li gelek welatan geriyan û li hundir jî demeke dirêj me amadekarî ji bo vê rojê dikir. Ew roj êdî hatibû."
-
-
-
-
-
NPG’ê ‘Şehîdên Pîlemûriyê bi bîr anî
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) diyar kir ku 11’ê Tebaxê li Dersimê 6 gerîla şehîd bûne, ji van nasnameya duyan diyar bûye.
-
-
-
-
-
KCK: Gerîla dewleta Tirk xist nava krîzê
Hevserokatiyê Konseya Rêveber a KCK'ê bal kişand ser krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê û got, "Ya ku dewleta Tirk niha xistiye nava krîzeke kûr gerîla ye ku bi ruhê 15'ê Tebaxê li ber xwe dide."
-
-
-
-
Mizrakli: Aştî û aramî bi Ocalan dibe
Parlamenterê Amedê yê HDP'yî Selçûk Mizrakli got, pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê roj bi roj giran dibe û destnîşan kir ku aştî û aramî bi Ocalan dibe.
-
PKK: 15'ê Tebaxê pêngava bawerî û îradeyê ye
Komîteya Rêveber a PKK'ê salvegera 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi destpêkirina sala sih û pêncan a azadiyê re hêviya me ya serketinê û îradeya me ya şer ji her demê xurtir e."
-
Dûran Kalkan qala çalakiyên li Dihê û Şemzînanê kir
Serdegirtin li Edliyeya Dihê bû. Nêzî 60 çe hatin desteserkirin. Serdegirtin li mala qeymeqam bû. Belavoka damezrandinê ya HRK'ê ji koparlora mizgeftê hate xwendin. Gelek belavok hatin belavkirin û afîş hatin dalizandin.