KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ronahî Serhed: Dewleta Tirk bi tirsa hilweşînê tevdigere
"Eger di vî şerî de bişkê, ne tenê desthilatdariya AKP'ê, wê giştî komara faşîzma Tirk ji pêvajoya avabûna xwe heta niha dest bi pêngaveke nû bike, guhertinek nû bide destpêkirin. Ji ber vê tirsê di şer de ewqasî kûr bûye." -
'15'ê Tebaxê ji nû ve vejîn e'
Gerîlayên li herêma Zagrosê gotin, têkoşîna çekdarî ya bi 15'ê Tebaxa 1984'an re dest pê kir, bi ruhê Egîd û Zîlanan îro mezintir bûye û diyar kirin, 15'ê Tebaxê ji nû ve vejîn e. -
Karayilan: Gerîla wê bibe hêza serketinê
Karayilan got, "Gerîla têk naçe, lê belê têkneçûn êdî têrê nake. Divê bibe hêza serketinê. Projeya me ya jinûve birêxistinkirinê diqede. Ev yek jî wê gerîla bike hêza serketinê." -
Dewleta Tirk rê nade ku cenazeyê Çoban bi girseyî bê veşartin
Malbata ku cenazeyê yek ji Fermandarên HPG’ê Îbrahîmm Çoban (Atakan Mahîr) ê li Dersimê şehîd bibû, ji bo bibin warê lê ji dayîk bûye ketin ser rêya gundê Aktîl a Elbîstanê. -
Cenazeyê Çoban ji aliyê malbata wî hate wergirtin
Yek ji fermandarê HPG’ê Atakan Mahîr ê ku li Dersimê di operasyona leşkerî de şehîd bûbû, cenazeyê wî ji aliyê malbata wî hate wergirtin. -
Garzan: Dewletên dagirker bi hilweşînê re rû bi rû ne
Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Rûken Garzan li qada Bradostê di merasîma 15’ê Tebaxê de axivî û got; “Pêngavê hêviyeke şoreşgerî, sosyalîst û azadiyê da gelê Kurdistanê.” -
Balafirên şer bombe li Metînayê barandin
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li Metîna ya bajarê Amediyê ya Başûrê Kurdistanê barandin. -
Dewleta Tirk cenazeyê Atakan Mahîr nade malbatê
Cenazeyê yek ji fermandarên HPG'ê Atakan Mahîr ku li Dersimê şehîd bû, ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin. Lê belê hêzên dewleta Tirk cenaze nadin malbatê ku karibin veşêre. -
HPG: Li Qilabanê derb li helîkopterekê hate xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ku li Qilabanê derb li helîkoptereke bi tîpa Skorsky a artêşa Tirk hatiye xistin. -
Hikumeta Iraqê ji ber nedana muçeyan hate şermezarkirin
Endamên Meclîsa Taxên Kerkûkê hikumeta Iraqê protesto kirin û xwestin muçeyên wan bên dayin. -
Artêşa Tirk li çiyayê Bagokê dest bi operasyonê kir
Artêşa Tirk a dagirker li çiyayê Bagokê û derdora wê dest bi operasyonê kir. -
YJA Star: Pêngava 15'ê Tebaxê hêvî û cesaret da gelan
Fermandariya YJA Starê salvegera 34'an a pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û destnîşan kir ku 15'ê Teaxê hêvî û cesaret daye gelan. -
Ozer û Berk hatin destgîrkirin
Parlamenterê berê yê HDP'yî Edîp Berk û endama cîgir a Meclîsa Partiyê Gulşen Ozer hatin destgîrkirin. -
KJK: Em Vejîna 15'ê Tebaxê bi ser bixînin
KJK'ê salvegera 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Em vejîna 15'ê Tebaxê li ser bingeha azadiya Rêberê xwe bi ser bixînin." -
Nûnerê dewleta Tirk ê li Basanê: Bîho Axa
Serçete Bahattîn Aktûg ku 29 sal in li Basanê serokê şaredariyê ye, hemû xizmên wî di saziyên dewletê de ne. Malbata Aktûg li navçeyê temsîla dewleta Tirk dike. -
Bajarên Kurdan bi penaberan tên dagirtin
Hejmara penaberan a li Kurdistanê dema dawî gelekî zêde bû. Bi rêya penaberên ji derve tên anîn hewl tê dayin demografiya bajarên Kurdan bê guhertin. -
Şiyar Amed: 15'ê Tebaxê parastina rewa ya Kurdan e
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Şiyar Amed ji bo Pêngava 15'ê Tebaxê got, ruhê berxwedanê yê hemû mirovahiyê ye. -
Ji bo zaroka 11 salî xwestin 30 hezar TL 'pereyê xwînê' bidin
Ji bo Bişeng Garan a 11 salî ku li Cizîrê ji aliyê artêşa Tirk ve hate kuştin, 30 hezar TL pereyê xwînê hate pêşniyarkirin. Malbata Garan ev pere qebûl nekir û got, "Em ê heta mirinê li dû doza xwe bin." -
Bayik: 15'ê Tebaxê ruhê demokrasî û azadiyê ye
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê bandor li çar parçeyên Kurdistanê û gelemperiya Rojhilata Navîn kiriye û got, "Ruhê 15'ê Tebaxê timî zindî ye. Ruhê azadî û demokrasiyê ye." -
Cenazeyê şanoger Yalçinkaya hate veşartin
Cenazeyê lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Mehmet Emîn Yalçinkaya ku li Îzmîrê dema li nexweşxaneyê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê hate veşartin. -
'15'ê Tebaxê ji bo mirovên Kurd vejîn û cejn e'
Yûsûf Aslan: 15'ê Tebaxê teqandina guleya yekemîn e. Êdî miletê Kurd dibêje; Em ê li hemberî dijmin rahêjin çekan û li ber xwe bidin. 15'ê Tebaxê ev cesaret da gelê Kurd. -
'15'ê Tebaxê ji aliyê zîhnî û manewî ve encamên girîng anî'
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhed li ser Pêngava 15'ê Tebaxê axivî û got, her çendî 15'ê Tebaxê ji hêla leşkerî ve tê nirxandin gelek encamên girîng û mayinde di hêla zîhnî û manewî de bi xwe re anî. -
Li Hewlêrê lîsteya hilbijêran hate nûkirin
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku li Hewlêrê ji 27 hezarî zêdetir kes ji lîsteya hilbijartinê hatine derxistin. -
Li ser rêya Silêmanî-Kelarê ji ber qezaya trafîkê 3 kes mirin
Li nêzî bajarokê Bawenûrê yê navbera Silêmanî û Kelarê ji ber qezaya trafîkê 3 kes mirin. -
Li Rihayê 4 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê 4 kes hatin destgîrkirin.