KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîlayên HPG’ê li Sêrtê çalakî kirin: 4 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG’ê li Sêrtê li girê Şehîd Canxurt ê qada Herekolê, li dijî leşkerên Tirk çalakiyek kirin. Di encamê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
4 partiyên Başûr encamên hilbijartinan red kirin
Piştî ku encamên teqez ên hilbijartina 12’ê Gulanê hatin ragihandin çar partiyên Kurdistanê diyar kirin ku ew encamê red dikin. -
PJAK'ê ji bo Meclîsa Neteweyî ya Demokratîk 10 xal pêşniyar kir
PJAK'ê bal kişand ser girîngiya avakirina Meclîsa Neteweyî ya Demokratîk a li Rojhilatê Kurdistanê û bi 10 xalan bang li hemû hêz û rêxistinên li rojhilat kir. -
Elî: Em bi rejîmê re rûdinên, armanca sereke azadiya Efrînê ye
Endamê Konseya Serokatiyê ya MSD'ê Hesen Elî bal kişand ser hevdîtinên xwe yên bi rejîmê re û got, "Her du alî dibêjin, cihê dewleta Tirk li Sûriyeyê nîne." -
Rojhilat: Şerê li Xakurkê bi ruhê 15'ê Tebaxê tê kirin
Ji fermandarên herêma Bradostê Sînor Rojhilat diyar kir ku ruhê 15'ê Tebaxê ruhê hevgirtinê li nava jinan afirand û got, "Li dijî polîtîkayên tinekirinê yên sîstema kapîtalîst divê em hebûna xwe biparêzin." -
Gerîla Erdalan: Şerê li Lêlîkanê şerê ji bo rûmetê ye
Gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî êrîşên dewleta Tirk bi heman e li Lêlîkanê li ber xwe didin. Baran Erdalan ku yek ji van gerîlayan e got, li Lêlîkanê şer ji bo rûmetê tê kirin. -
Engîn: Cejna Vejînê Kurd bi ser xwe ve anî
Kasim Engîn: Karakterê çewt ê ku mêtingerî-dagirkeriyê li ser gelê me ferzkirî, bi saya 15'ê Tebaxê hatiye parçekirin, rakirin. -
Komîsyona Rewşa Awarte xwe xistiye şûna dozgeriyê
Kesên ku li Wanê ji kar hatine avêtin û serî li Komîsyona Rewşa Awarte dane, daxwazên wan ji aliyê komîsyonê ve bi îdîaya "daneyên îstîxbaratî" nayên qebûlkirin. -
Ararat: CPT a li pêşberî tecrîdê bêdeng e, divê bê teşhîrkirin
Endama Koordînasyona PAJK'ê Evîdar Ararat got, "Tecrîda li Îmraliyê sûcê li dijî mirovahiyê ye." -
'Em ê li ser şopa fermandar Egîd bin'
"Ruhê hevrê Egîd ji bo me mînak e ku Serokatî fêhm kir û bîrdoziya wî xist meriyetê. Em wî ruhî ji xwe re esas digirin. Em ê li ser şopa wî bin." -
Mexdûrên erdheja Kirmanşan ji helwesta hikûmetê nerazî ye
Ev 9 meh in li ser erdheja Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê re derbas bû, hê jî gel li nava rewşa xirab û xirbeyan de dijîn. Ji ber vê sedema xirab her ku diçe welatî dawî li jiyana xwe tînin. -
Li Barzan û Çelê çalakiyên gerîlayên HPG’ê
Gerîlayên HPG’ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çeperek rûxand, li Barzanê jî 2 leşker hatin kuştin. Nasnameya gerîlayêkî HPG’ê li bejahiya Amedê di şer de şehîd bûbû hate eşkere kirin. -
JAS’ê ji bo Celaliyan û 9 hevalên wê bang kirin
Jinên Azad ên Sosyalîst (JAS) ên li Rojava ji bo Zeynep Celaliyan û 9 hevalên wê yên ku li Îranê di girtîgehê de di greva birçîbûnê de ne bang kirin. -
Heşdî Şabî wê ji Şengalê vekişe!
Qeymeqamê Şengalê Mehma Halîl got Heşdî Şabî ji Rabîayê vekişİya û ji bo vekişîna ji Şengalê jî biryar hatiye girtin. -
18 salan nikarîbû çalên komkujiya dewleta Tirk bigirin
Kendakolaya li Bradostê beriya 18 salan ji aliyê balafirên şer ên Tirk hate bombekirin û di encamê de bi dehan mirov hatin qetilkirin. -
Li Germiyanê 15’ê Tebaxê hate pîroz kirin-NÛ BÛ
Li Germiyanê bi tevlîbûna sedan kesî salvegera pêngava 15’ê Tebaxê bi şahiyekê hate pîrozkirin. -
Ji Bradostê Qêrînên Veşartî...
Weşanên ji qada Bradostê ji aliyê PDK’ê ve tên şopandin û yên ku dijberî dagirkeriya dewleta Tirk diaxivin yek bi yek hem ji aliyê asayîşa Sîdekanê tên hişyarkirin hem jî wekî malbat tên tehdîdkirin. -
‘Li Bradostê guleya dawiyê li dijmin bidin’
Gerîlayên PKK’ê ragihandin ku ruhê 15’ê Tebaxê serkeftina azadiyê mîsoger dike. -
‘Heval Egîd xeta serkeftin û berxwedanê ye’
Fermandara YJA-Starê Dersim derbarê pêngavva 15’ê Tebaxê axivî û got, ‘’Heval Egît ne tenê leşkerî, xeta serkeftin, berxwedan û dilsoziya bi Rêbertî re ye’’. -
Malbatên Şehîdan tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
Malbatên Şehîdan li Saziya Malbata Şehîdan a Mexmûrê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
Parêzeran cara 137’an ji bo Tahîr Elçî li hev civiyan
Parêzeran Tahîr Elçî bibîranî û parastina kujeran jî şermezar kirin. -
Elîzade: Ji bo pirsgirêkên Îranê divê vîna gelan li pêş her tiştî be
Îbrahîm Elîzade ragihand ku ew aliyên ku qala destwerdana li ser Îranê ya ji aliyê Amarîka ve dikin, şaş in û got: “Ji ber ku baweriya wan bi gel nîne, bawer nakin ku bi xebata gel encam bigre.” -
HPG: Li Şemzînan û Çelê 8 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li Colemêrgê agahî da. HPG’ê diyar kir ku li Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê 8 leşker hatine kuştin, wesayîteke tîpa amarog ya şexsê Bedel Demîr hatiye şewitandin. -
Li Qereyaziyê 4 kes hatin destgîrkirin
Li Taxa Geventepe (Reşayê Sebrî) ya Qereyaziyê ku dibin dorpêça dagirkeran de ye 4 kes hatin destgîrkirin. -
Kolber di hedefa rejîma Îranê de ne
Mihafizên Şoreşê ya Îranêli herêma Urmiyê yaRojhilatê Kurdistanê 2 kolber kuştin.