KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Pirsgirêka Kerkûkê û li Iraqê xebatên nû yên hikûmetê..
Pirsgirêka Kerkûkê ya di navbeyna Hewlêr û Bexdayê, Hewlêr û Silêmanî de didome. Tê gotin ji bo çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê hevdîtinên di navbeyna YNK-PDK’ê de didomin. -
Li Kurdistanê rewşeke ji Rewşa Awarte wêdetir heye
Li Tirkiyê her çendî rejîma Rewşa Awarte hatibe rakirin jî li Kurdistanê girantir dibe û didome. -
Artêşa Tirk li Şirnexê amadekariya operasyonekê dike
Artêşa Tirk a dagirker li Çiyayê Cûdî û derdora wê amadekariya operasyonekê dike. -
Malbatên Roboskiyê di hefteya 345’an de kom bûn
Malbatên Roboskiyê lêgerîna edaletê di hefteya 345’an de domandin. Malbatên Roboskiyê gotin,” Gelo 34 xizmên me yên ku hatibûn qetil kirin, ji ber Kurd in, kujerên wan nayê darizandin?” -
Li Çelê çalakî: Herî kêm 6 leşker birîndar bûn
Hate ragihandin ku li Çelêya Colemêrgê li dijî herêma ku baregeha leşkerî lê heye, çalakî hate lidarxistin û herî kêm 6 leşker birîndar bûne. -
HPG: Li Şirnexê leşkerek û li Çewlikê jî kontrayek hate kuştin
Di çalakiya gerîlayên HPG’ê yê ya li dijî leşkerên artêşa Tirk a li Şirnexê de leşkerek hate kuştin û li Çewlikê jî kontrayek hate cezakirin. HPG’ê navê kontra jî eşkere kir. -
Nasnameya du gerîlayên li Amedê şehîd bûne hatin eşkerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP’ê nasnameya 2 gerîlayên di şerê 8’ê Tebaxê ya li bejahiya Amedê de şehîd bûne eşkere kir. -
Partiyan têkildarî hilbijartina li Başûr daxuyanî dan!
Partiyên bingehîn ên li Başûrê Kurdistanê, li ser nûçeyên ku wê hilbijartin bê taloqkirin daxuyanî dan û destnîşan kirin ku divê hilbijartin divê di demê wê de bê kirin. -
Leşkeran rê neda ku gundî agir vemirînin
Leşkerên Tirk, rê neda ku agirê ku ev du roj in li Çelê didome bê vemirandin. -
Soran Omer: Baweriya gel êdî bi saziyên ewlehiyê nayê!
Soran Omer: Saziyên ewlekariyê yên Kurdistanê bûne parçeyek ji siyasetê û gelê êdî baweriya xwe bi wan naîne.Ji bo vê divê saziya asayîşa herêma Kurdistanê lêkolîneke berfireh bike ku baweriya gel bi de qenckirin. -
Bersiva hilbijêran ji bo Erdogan: Em bi HDP’ê re ne
Piştî ku Erdogan got ‘ên ku destek dane HDP’ê wê hesab ji wan were pirsîn’ hilbijêrên HDP’ê gotin, sûcdar Erdogan e. -
RAJIN’ê Denîz Firat bi bîr anî
Koordîsyona RAJIN’ê nûçegihan Denîz Firat ku 2014’an li Mexmûrê di êrîşa DAÎŞ’ê de şehîd bûyî bi bîr anî. -
HPG’ê nasnameya gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûne eşkere kir
HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 gerîlayên li herêma Omeriya ya girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di encama şerekî dijwar de şehîd bûne eşkere kir. -
Çavê qeyûm li navê Karakoyun ê ku hatî kuştin jî bar nebû
Atif Çîçeklî ê ku Şaredariya Edremîtê desteser kirî navê Taxa Firatê ku navê xwe ji Firat Karakoyun ê ku 1999’an hatî kuştin standibû, bi navê ‘’Taxa Selahaddîn Eyyûbî guherand’’. -
Li Qendîl û Bradostê êrîşên hewayî
Balefirên şer ên Tirk li dijî herêmên Qendîl û Bradostê êrîşên hewayî lidarxistin. -
Denîz Firat li Mexmûrê hat bibîranîn
Rojnameger Denîz Firat ku di êrîşa DAÎŞ’ê ya 4 sal beriya niha li ser Mexmûrê pêk hatî de şehîd ketî, li Mûxmûrê hat bibîranîn. -
Denîz Firat li Wanê li ser gora wê hate bibîranîn
Nûçegihan Denîz Firat ku beriya bi 4 salan li Mexmûrê bi êrîşa DAÎŞ’ê şehîd bûyî li ser gora xwe hate bibîranîn. -
Cenazeyên HPG’yiyan li nexweşxanê têne hiştin
Cenazeyên 7 gerilayên HPG’ê ku di navbera gerîlayên HPG’ê û hêzên dagirker ên Tirk de li Amed Licê, Hênê, Qulpê di demên cuda de şer derketibû û jiyana xwe ji dest dabû ev bi heftiyan e li nexweşxaneyê têne hiştin. -
Li Amedê şerê giran: 3 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG’ê li girê Harûna a Şemzînanê ya Şirnexê û li qada di navbeyna Lîcê û Hênê ya Amedê de 4 leşker kuştin. Di şerê dijwar de 2 gerîla jî şehîd bûn. -
HPG'ê nasnameya 8 şehîdên Colemêrgê eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 8 şehîdên ku 21'ê Tîrmeha 2018'an li Colemêrgê şehîd bûbûn, eşkere kir. -
Qeyûm navçeya bi 200 hezar nifûsî tî hişt
Qeyûmê ku hatî ser Şaredariya Mezin a Wanê û yê hatî ser Şaredariya Erdîşê ji b ku elektrîka şebekeya avê nedane ev 10 roj in av li ser nifûsa bi 200 hezar nifûsî birîne. -
‘Em helwesta Îranê jî qebûl nakin û destwerdana derve jî’
Hevserokê KODAR’ê Fuat Berîtan geşedanên li Îranê nirxand, got ew helwest berdest a Komara Îslamî jî qebûl nakin û destwerdana derve jî û ew rêya 3. dişopînin. -
Esnafên Cizîrê: Wiha biçe em ê dirabayan bînin xwarê!
Li bara lîreyê Tirk bi zêdebûna bihayê dolarê esnafên Cizîrê gotin wiha bidome wê dirabeyên xwe bînin xwarê. -
Doza Kaya dîsa hate taloqkirin
Rûniştina doza Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya ê girtî pêk hat. Bekir Kaya yê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû, anî ziman di encama wezîferdarkirina qeyûman de ew hatiye girtin. Doz taloqî 21’ê Îlona 2018’an hate kirin. -
Pasdarên Îranê gule li 2 kolberan barand
Pasdarên Îranê li ser sînorê bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê gule li kolberan barand. Kolberek hate qetilkirin û yek jî birîndar bû.