KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Tendurekê çalakiya gerîla: Leşkerek hate kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di çalakiya hêzên wan ya li herêma Tendureka ya Wanê leşkerekî artêşa Tirk hatiye kuştin. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya Govendê weşand
Gerîla Tv dîmenê çalakiya gerîlayên HPG-YJA/Star weşand a 23'ê Tîrmehê li Deriyê Pan ya Herêma Govendê ya navçeya Şemzînanê ku 7 leşker hatibûn kuştin. -
Star: Divê PDK dev ji siyaseta xwe ya şaş berde, were ser xeta yekîtiya netewî
Ji Fermandarên HPG’ê Serdar Star, di salvegera komkujiya Barzaniyan de axivî, komkujiya dijî Barzaniyan şermezar kir û li dijî her cure nokeriyê banga yekîtiya neteweyî kir. -
CÎK: Nesekine, tu jî xêra xwe bixiyê û qenciyê bike!
CÎK’ê ji bo Cejna Qurbanê ya 12’ê Tebaxê, ji bo Efrîniyên ku li Şehbayê dijîn kapmanyaya ‘’Tu jî qurbanekî bide gelê Efrînê’’ da destpêkirin. -
Piştî 21 salan li heman cihî..
Gerîla Êrîş Gever ku piştî 21 salan li cihê ku xwîşka wê Adar lê şehîd ketî, li Lêlikanê li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe dide, got, ‘’Li cihê ku heval Adar lê şehîd bûyî têkoşîn ji bo min tiştekî bêhempa ye’’. -
HPG'ê li Şirnexê SÎHA'yek xist xwarê
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên hêzên xwe li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir. HPG’ê diyar kir ku gerîlayên wan li Şirnexê SÎHA’yek xistine xwarê û li herêma Barzanê leşkerek kuştine. -
Girtiyê nexweş Aytek, jiyana xwe ji dest da
Selahattîn Aytek ê ku di girtîgehê de nexweş ketibû û piştî salan hate berdan, jiyana xwe ji dest da. -
Li Bexdayê formulên hikumeta nû, li Hewlêrê rewşên ne zelal
Li Iraqê piştî hilbijartina di 12’ê Gulanê de ya ku hê jî encamên wê nehatine eşkerekirin, ji bo avakirina hikumeta nû bazarî tê kirin.YNK’ê namzetê xwe yê serokkomariyê eşkere kir û taloqkirina hilbijartinên herêmî di rojevê de ye. -
Li Hewlêrê depoya çekan teqiya
Şevê dî li paytexta Herêma Federal a Kurdistan Hewlêrê di depoyek a çekan de teqînek çêbû. -
AKP, xebatxaneyên xespkirî dide alîgirên xwe
Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re AKP xebatxaneyên di bin banê şaredariyên DBP’ê yên xespkirî de qezenca wan diyarî alîgirên xwe dike. -
Piştî 24’ê Hezîranê hejmara penaberan zêdetir bûye
Li Wanê piştî hilbijartina 24’ê Hezîranê hejmara penaberan zêdetir bûye. Her roj bi sedan penaber ji Termînala Otobusan a Wanê bi awayekî derzagonî ji bajarên din re tên şandin. -
Parlementerên HDP’ê nerazîbûn nîşanî zagonê dan
Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz têkildarî mayîndekirina Rewşa Awarte axivî û got ku, “Waliyên super ên niha, waliyên salên1990’î yên Rewşa Awarte tînin bîra me.” -
Li herêma Mexmûrê şer
Li herêma Mexmûrê li derdora gundê Elye Reş di navbera çeteyên DAÎŞ û Hêzên Federal ên Iraqê de şer çêbû. Di şer de cenazeyê 2 endamên DAÎŞ’ê hatin dîtin. -
Hisên Kerkûkî: Hilbijartina Parlamentoyê cihê fikaran e
Endamê Serokatiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Hisên Kerkûkê diyar kir ku dûrxistina wan a ji hilbijartinê tevahiya proseyê dixe nava fikaran. -
HPG: Li Colemêrgê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin
Gerîlayên HPG’ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî lidarxist. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
Gundiyên Qereyazî: Bombeyan bi ser me de dibarînin
Leşkerên Tirk gundê Gevetpe yê Qereyaziyê dorpêç kirin. Gundiyan ragihandin ku bombeyan bi ser wan de dibarînin û ewlehiya jiyana wan tineye. -
Li Herdanê qurbaniyên qirkirina Êzidiyan hatin bibîranîn
Şandeya Bakurê Kurdistanê ku di salvgera 4’an a qirkirina Şengalê de çûyî Şengalê, serdana goristana komî ya Herdanê kir. -
Li Xaneqînê ji ber teqînê kesek birîndar bû
Li Xaneqînê teqînek çêbû, di encama teqînê de kesek birîndar bû. -
Li Hewlêrê agahî ji endamê HDP’ê nayê girtin!
Endamê HDP’ê Mehmet Vefa Koçakli li ser banga asayîşa Hewlêrê çû asayîşê û ev 5 roj in agahî jê nayê girtin. -
KCK: Têkoşîna dijî tecrîdê têkoşîna dijî faşîzmê ye
KCK’ê bang li hemû hêzên demokrasiyê kir ku li dijî zext û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd rawestin, li ser vê zemînê têkoşîna dijî faşîzmê tam û watedar bikin. -
Malbata ciwanê ku sekvanan ew birîndar kirî li benda alîkariyê ye
Dayika Mehmet Dazlak Azîme Dazlak ku sekvanan kurê birîndar kirî got, ‘’Kurê min ku îro dikarîbû ji bo parêzeriyê ku tim xeyala wê dikir hewl bide, di rêyên nexweşxaneyê de dirize’’. -
Şêrko Bêkes li ser gora xwe hate bibîranîn
Helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes di 5’emîn salvegera wefata xwe de li Silêmaniyê li ser gora xwe hate bibîranîn. -
Leşker li Colemêrgê daristanan dişewitîne
Şewata di encama topbaran artêşa Tirk a li Colemêrgê derketî hê jî didome. Rêveberên ku mudaxeleyî agir nakin, hewldana gel a bi derfetên xwe ku dixwazin agir vemirînin jî ji aliyê leşkeran ve bi hinceta ‘ewlkariyê’ tê astengkirin. -
Li Colemêrg û Sêrtê 10 jê POH 19 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG’ê derbên xurt li artêşa Tirk a dagirker dan. Di çalakiyên gerîlayên HPG’ê û YJA Star ên li Colemêrg û Sêrtê lidar xistin de 10 POH û bi giştî 19 leşker hatin kuştin. -
Xizmên windayan li aqûbeta Hasan Çîçek pirsîn
Li Amedê di çalakiya rûniştinê de ya ku bi slogana ‘Bila winda werin dîtin û kujer werin darizandin’ li aqûbeta Hasan Çîçek hate pirsîn ê k udi sala 1994’an de li Dersimê ji mala xwe hatibû stendin û careke din agahî jê nehate stendin.