KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG’ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker di 13’ê Sibata 2018’an de Qadên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiribû û di vê bomberdûmanê de gerîlayê bi navê Serdar Alî jiyana xwe ji dest daye. -
Gelê Şirnexê: Ferqa TOKÎ û girtîgehan ji hev tune
Gelê Şirnexê yên ku di dema berxwedana xwerêveberiyê de dewletê malên wan rûxand, diyar kirin ku jiyana di TOKÎ’yan de ferqa wan ji girtîgehê tune. -
HPG’ê têkildarî çalakiyan daxuyaniyek da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP’ê ragihand ku li ser rêya Cizîr-Şirnex, Lêlîkan û Geverê li dijî hêzên dagirker çalakiyên ‘bi bandor’ lidarxistine. -
Li ser rêya Şirnex-Cizîrê li konvoya leşkerî hate xistin
Li ser rêya Şirnex-Cizîrê li nêzî gundê Toptepeyê êvara Pêncşemê li dijî konvoyeke leşkerî bi roketan çalakî hate kirin. -
ÎHD'ê rapora li ser binpêkirina mafê mirovan a 6 mehan eşkere kir
Şaxê ÎHD'ê yê Amedê, li ser binpêkirina mafên mirovan ên 6 mehên dawî yên li Kurdistanê raporek amade kir. -
Leşkerên Tirk vê carê jî 'komkujiya pez' kirin
Leşkerên Tirk li navçeya Geverê ya Colemêrgê 20 mihî telef kirin. -
HPG'ê nasnameya 2 şehîdên Gabarê eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li herêma Gabarê di şer de şehîd bûn eşkere kir. -
Parêzerê Ocalan: Têkoşîna me ya li dijî tecrîdê wê bidome
Parêzer Mazlûm Dînç ku 7 sal in nikare muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne, diyar kir ku qedexekirina hevdîtinê li dijî hiqûqê ye û got, wê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bidomînin. -
Malbatên Roboskiyê: Têkoşîna me ji bo carekî din qetlîam rû nedine
Malbatên Roboskî yên ku di hefteya 343’an a edaletê de dîsa hatin ba hev, peyama ku sed sal jî derbas bibe wê qetlîamê ji bîr nekin, dan. -
Li Heskîfê bi sedan şikeftên nû yên 5 qatî hatin dîtin
Li Heskîfê ya ku dewleta Tirk a ku bi dehê salan e dixwaze bi avakirina Bendava Ilisû ku hê avakirina wê didome di bin avê de bihêle, di bin axa bi sedsalane weke baxçe dihate bikaranîn de bi sedan şikeftên nû yên 5 qat hatin dîtin. -
Gerîla TV dîmenê teqandina wesayita zirxî weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya 20'ê Hezîranê ya li Geverê weşand ku 3 leşkerên Tirk hatibûn kuştin. -
HPG'ê li Colemêrgê li artêşa Tirk da: 33 leşker mirin
Navenda Ragihandinê ya HPG'ê diyar kir ku li Çelê ji du baskan ve li konvoya leşkerî hatiye xistin û herî kêm 33 leşkerên Tirk hatine kuştin. Li Basayê jî 3, li Şirnexê leşkerekî Tirk hatin kuştin. -
Taxek û 7 gundik hatin valakirin, agahî ji gundiyan nayê girtin
Taxa Eskar a navçeya Pasûr a Amedê û heft gundikên wê ji ber operasyona leşkerî hatin valakirin. Agahî ji gundiyan nayê girtin. -
Eniya Nîştîman wê li dijî dagirkeriya Tirk çalakiyan lidar bixe
Eniya Nîştîman bang li welatiyan kir her kes li dijî dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê derkeve. Eniyê anî ziman ku wê di demeke kurt de dest bi çalakiyan bikin. -
Li Cizîrê êrîş li gorên endamên YPS'ê hate kirin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê êrîş li "Şehîdgeha Yafesê" hate kirin ku gorên YPS'iyan lê ne. -
'Ji bo aştiyê divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin'
Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir ku ramanên Ocalan ramanên aştiyê ye û got, "Ji bo qedandina şer û pêkhatina aştiyê, divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin." -
Demîr: Doza 13'ê Mijdarê wê dozeke dîrokî be
Demîr li ser doza êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li Cizîrê axivî ku wê 13'ê Mijdarê li DMME pêk bê û got, "Nirxandin û tespîtên li ser vê serlêdanê wê ji bo hemû serlêdanan, bi taybetî ya li ser kuştina mirovên li jêrzemînan jî bi cih werin anîn." -
Şewata li Omeryanê berfirehtir dibe
Li herêma Omeryan a Nisêbîna Mêrdînê li qada ku leşkeran operasyon li dar xistibûn, agir bi qadê ket. Bi sedan dar şewitîn û agir nêzî gundan dibe. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Akkaya li gundê wî hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Fûat Akkaya (Fûad Fîkrî) ku di şerê li Dersimê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li gundê wî Qortenît yê navçeya Pîran a Amedê hate veşartin. -
HPG: Li Colemêrgê 5 leşkerên Tirk hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Colemêrgê di çalakiyên gerîla de herî kêm 5 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Parlamenter Dawidî qala çeteyên MÎT'ê yên li Kerkûkê kir
Bi belgeyan derket holê ku dewleta Tirk a dagirker li Kerkûkê hêzeke ji komên çete ava dike. Çavdêrên siyasî destnîşan kirin ku armanca perwerdekirin û avakirina van hêzan dagirkirin û têkdana aramiya herêma Kerkûkê ye. -
Li Amedê 'qedexeya derketina derve'
Dewleta Tirk li gelek gund û gundikên navçeya Pasûr a Amedê derketina derve 'qedexe' kir. -
Hilbijartina Başûr: Dema serlêdana namzetiyê hate dirêjkirin
Ji bo hilbijartina parlamenta Başûrê Kurdistanê ku wê 30'ê Îlonê bê kirin, dema serlêdana ji bo namzetiyê heta 29'ê Tîrmehê hate dirêjkirin. -
Li 7 herêmên Şirnexê amadekariya operasyonê
Rejîma AKP-MHP'ê ji bo li Şirnexê operasyona leşkerî bike, 7 herêmên Şirnexê weke "Herêma Ewlekariya Taybet" ragihand. -
Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî din hate kuştin
Li bajarê Merîwan ê rojhilatê Kurdistanê di encana êrîşa pasdarên Îranê de kolberekî jiyana xwe ji dest da.