KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Me li dijî xiyanetê li ber xwe da, em ê li ber xwe bidin'
Nûman Bagci ku di emrê ciwantiyê de tevlî nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurd bû, bi afirandina nirxên mezin bû yek ji milîtanên pêşeng ên partiya xwe. -
Temîzyuz: AKP'ê hêza xwe ji bo girtîgehan seferber kiriye
Hevberdevkê TUAY-DER'ê Mehmet Temîzyuz got, "Ji sala 2015'an û vir ve nêzî 100 hezar kes hatine girtin. Yên bi şert hatine berdan û yên li karên cemaweriyê tên xebitandin jî di nav de niha 700 hezar girtî hene." -
AKP dewlemendiya li Kurdistanê talan dike
AKP, dewlemendiya bin erdê ya bajarên Kurdistanê talan dike. Li Kurdistanê ku ji aliyê çavkaniyên bin erdê ve dewlemend e, dewletê karê xwe yê lêgerîna li petrolê zêde kir. -
Engîn: Lozan xencera lenetê ye ku li ser dilê Kurdan e
Engîn hevdîtinên Cenevre, Astana û Soçiyê şiband konferansên beriya Peymana Lozanê û got, "Kurd êdî ne ew Kurdên berê ne ku bên xapandin." Engîn ji bo pêşîgirtina li rejîma qirker, işaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî kir. -
HPG: Li Şemzînan, Lêlkan, Çelê û li Bazîdê 35 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayên wan li Şemzînan, Çiyayê Govendê, Lêlkan, Çelê û li Bazîdê 35 leşker kuştine. -
HPG'ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlayekî ji ber qezayekê şehîd bûye. -
KCD'ê êrîşa li dijî Walîtiya Hewlêrê şermezar kir
KCD'ê êrîşa li dijî Walîtiya Hewlêrê şermezar kir û sersaxî ji gelê Başûrê Kurdistanê re xwest. -
Sara Kaya nehate berdan
Di rûniştina doza Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ya ku niha di girtîgehê de ye, biryara tehliyeyê nehate dayîn. -
Li Lêlîkanê derb li leşkerên Tirk hate xistin
Li herêma Lêlîkan a Başûrê Kurdistanê, hêzên gerîla li leşkerên Tirk xistin. -
Bi çekan êrîşî Tevgera Nifşê Nû kirin
Li Silêmaniyê bi çekan êrîşî buroya Tevgera Nifşê Nû kirin. Endamê Meclîsa Tevgera Nifşên Nû Şadî Newzad got ku, “Polîsan mudaxeleyî bûyerê nekirin.” -
Polîsên Tirk li Wanê avêtin ser malê û 3 saetan êşkence kirin
Polîsên Tirk li Wanê avêtin ser mala Malbata Ozer û 3 saetan êşkence kirin. -
Li Gabarê şer diqewime
Li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê şer derket. Tê gotin ku di şer de gelek leşker mirine û birîndar bûne. -
Sewqiyata leşkerî ya artêşa Tirk a li ser sînorê Serêkaniyê
Artêşa Tirk a dagirker gelek tank û wesayîtên zirxî sewqî sînorê bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kirin. -
Nasnameya êrîşkarên Hewlêrê hatin eşkerekirin
Yekîneya Antî Teror a Hewlêrê ya girêdayî Konseya Ewlehiyê di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek da û ragihand ku hersê êrîşkar welatiyên Hewlêrê ne. -
Tevgera Azadî ji bo Iraqê hin pêşniyaz kir
Tevgera Azadî ji bo kêşeyên li Iraqê pêşniyazên çareseriyê kir. Tevgera Azadî xwest ku bila kongreyek were lidarxistin û bal kişand ser berpirsyariyên dadgeh, hêzên ewlehiyê, nûnerên Neteweyên Yekbûyî û yên gel. -
HPG'ê rêya navneteweyî kontrol kir
Gerîlayên HPG'ê rêya navneteweyî ya navbera navçeyên Ebex û Bazîd kontrol kirin. HPG'ê ragihand ku di çalakiyê de 6 TIR ji aliyê hêzên wan ve hatine şewitandin û li Colemêrgê jî 9 leşker hatine kuştin. -
Li Hewlêrê di êrîşê de karmendekî jiyana xwe ji dest da
Li Hewlêrê di êrîşa danê sibehê de ku li avahiya walîtiyê hate kirin, karmendekî jiyana xwe ji dest da. -
YRK'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir
YRK'ê nasnameya 4 gerîlayên 11 û 14'ê Tîrmehê li herêmên Merîwan û Şahoyê şehîd bûn eşkere kir. -
Walîtiya Hewlêrê: 3 êrîşkar hatin kuştin
Li paytexta Herêma Kurdistana Federe Hewlêrê, li dijî avahiya walîtiyê êrîş hate kirin. Hate ragihandin ku 3 kesên êrîş birin ser avahiyê hatine kuştin. -
Ji êrîşkarên li Hewlêrê 2 kes hatin kuştin
Hate ragihandin, ji kesên êrîş birin ser avahiya Walîtiya Hewlêrê 2 kes hatine kuştin. -
Ji ber erdheja li Rojhilat nêzî 300 kes birîndar bûn
Li eyaleta Kirmanşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, roja Yekşemê bi şîdeta 5.9 pileyî erd hejiya û nêzî 300 kes birîndar bûn. -
Di îddîanameya rojnameger Dûrsûn de tenê 'nûçe' hene
Di îddîanameya rojnameger Mehmet Dûrsûn ê girtî de, nûçeyên ku çêkirine ‘sûc’ hate hesibandin. -
Bûldan: Tecrîd şer û krîzê girantir dike
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, tecrîd rê li ber şer û krîzê vedike û xwest, bi lez û bez hevdîtin bi Ocalan re were kirin. -
Yek ji êrîşkarên li avahiya Walîtiya Hewlêrê xwe teqand!
Kesên nenas ên bi çek, danê vê sibehê êrîş birin ser avahiya Walîtiya Hewlêrê. Hate ragihandin ku yek ji êrîşkaran bombeyên li xwe pêçandibû teqandiye. -
Avahiya Walîtiya Hewlêrê bû hedefa êrîşê -NÛ BÛ
Li dijî avahiya Walîtiya Hewlêrê êrîşeke çekdarî hate kirin. Tê gotin ku du êrîşkarên çek di destê wan de hene ketine hundirê avahiya Walîtiyê.