KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîla li Gîresûn û Bradostê lê da: 4 leşker hatin kuştin
HPG'ê diyar kir ku li herêma Gîresûnê ya Derya Reş û li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê di encama çalakiyên gerîla de 4 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Bavê Cemîle hate girtin
Cemîle ya 10 salî li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatibû kuştin û ji ber ku destûr nehatibû dayin bê veşartin, cenazeyê wê li sarincê hatibû bicihkirin. Dewleta Tirk vê carê jî bavê Cemîle Ramazan Çagirga girt." -
Şandeya Qendîlê çû serdana Parlamenta Kurdistanê
Şandeyeke berdevkê gelê Qendîlê, ji bo êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Qendîlê gotûbêj bike, çû serdana Parlamenta Başûrê Kurdistanê. -
'Berpirsê kuştina zarokan û jinan polîtîkaya AKP'ê ye'
Komîsyona Jinan a DBP'ê diyar kir ku berpirsê kuştina zarokan û jinan û sûcên zayendî polîtîkayên AKP'ê ne. -
Ji ber bomberdûmanê bi dehan donim daristana li Bradostê şewitî
Ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk, bi dehan donim ji daristana herêma Bradostê şewitî. -
Geliyê Godernê û 50 gund wê di binê avê de bimînin
Bendava li Farqînê ku 9 sal in tê çêkirin dema ku qediya wê Geliyê Godernê yê li navbera navçeyên Farqîn, Lice, Pasûr û Hezroyê di binê avê de bimîne. Bendav wê 50 gundên li herêmê jî di binê avê de bihêle. -
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê hate protestokirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê li Silêmanî, Kerkûk, Ranya, Hewlêr, Helebce, Kelar, Çemçemal û Qeledizê hatin protestokirin. -
Li Amedê Vedat Aydin hate bîranîn
ÎHD û Xizmên Windaya, Serokê HEP’ê yê Bajar Vedat Aydin ê dema desgîrkirî hate qetilkirin bibîr anîn. -
Gerîla TV’yê dîmenê çalakiya li Sêrtê weşand
Gerîla Tv, dîmenê çalakiya gerîlayên HPG’ê weşand ya ku di 30’ê Adarê de li Sêrtê ku 15 leşkerên artêşa Tirk hatibûn kuştin. -
Li Lêlkan û Bedlîsê çalakiyên gerîlayan
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayên wan li Lêlkan û Bedlîsê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine. HPG’ê diyar kir ku hêzên wan du kontrayên bi navê Remzî Guler û Mahmût Guler jî ceza kirine. -
TEV-DEM: Barzanî dagirkeriya Tirkan teşwîq dike
Ji ber ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî PKK bi ‘dagirkeriyê’ sûcdar kir, Navenda Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM’ê nerazîbûn nîşanî gotinên Barzanî da. -
Dewleta Tirk gundê Osmana bombe kir
Artêşa Tirk gundê Osmana yê Amediye yê Başûrê Kurdistanê bombe kir. -
AKP’ê kelemên Erdîşê jî qedand
Kelemên Erdîşê ku demekê li bajarên Kurdistanê, Tirkiyê û derveyî welat dihatin firotin ji ber polîtîkayên AKP’ê yên li Kurdistanê êdî pir kêm têne çandin. -
Leşkerên Tirk li Kanîmasiyê Kurdistaniyek qetil kir
Artêşa Tirk a dagirker ji qereqola Kanîmasî hawanek avêt gundê Ravîna yê qezaya Kanîmasî ya Amediyê û di encamê de Kurdistaniyê bi navê Macîd Silêman Permos qetil kir. -
Baroya Amedê: Îfadeya kujerên Elçî nehatiye girtin!
Baroya Amedê ji bo Tahir Elçî yê ku hatibû qetilkirin, cara 132’an çalakî lidar xist. Di çalakiyê de wiha hate gotin; “Heta roja îro ji aliyê dozger îfadeya keseke bi guman jî nehatiye girtin.” -
Gelê Başûr wê sibê li dijî dagirkeriya Tirk dakeve qadan
Eniya Niştimanî ya li dijî dagirkeriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê sibê li 9 bajar, navçe û bajarokên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakî lidar bixe. -
Temellî: Gel xwedî li HDP'ê derket
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kir ku li gel encamên bi guman ên hilbijartinê jî gel xwedî li HDP'ê derket. Temellî got, Erdogan wê hîn bêhtir zordariyê bike û ew ê jî têkoşîna xwe geş bikin. -
Li Kirmaşanê pirsgirêka ava paqij û nexweşiya losemî rû da
Li eyaleta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê pirsgirêka ava paqij derket. Rayedarên tendirûstiyê hişyariyê didin ku nexweşiyên weke losemî dikarin rû bidin. -
Şanoger Şehîr: Şano ruhê zindî yê gelan e
Derhêner û şanoger Giyasetîn Şehîr diyar kir ku şano hemû rengên jiyanê li gel xwe kom dike û nunertiya zimanê jiyanê dike. -
Gundê Talatê yê dorpêçkirî hate 'qedexe'kirin
Li gundê Talatê yê Nisêbînê û gundê Kovanli yê Mehsertê ku leşkerên Tirk ji doh êvarê ve dor lê girtine, derketina derve hate qedexekirin. -
Nasnameya 6 gerîlayên li Cûdî şehîd bûn hate eşkerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên li herêma Cûdî ya Şirnexê 18'ê Hezîranê di şer de şehîd bûn eşkere kir. -
Destanên berxwedanê yên li çeperên Xakurkê
Gerîla Roza Bager ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Xakurkê şer dike got, "Dijmin dibêje Xakurkê qediya ye. Lê belê niha li her çepera Xakurkê destana berxwedanê heye." -
Gundê Talatê ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin
Artêşa Tirk a dagirker di bi navê operasyonê de ketin û derketina gundê Talatê ya girêdayî Nisêbînê bi wesayîtên zirxî girtiye. -
Li daristana di navbera Lice-Dara Hênê de şewat derket
Di navbera Qereqola Abali ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê û Qereqola Tapantepe ya navçeya Dara Hênê ya Çewligê de li 10 deverên cuda bi şewat derket. Leşker rê nadin ku welatî agir vemirînin. -
Li Colemêrgê 30 herêm hatin qedexekirin
Walîtiya Colemêrgê ragihand ku li tevahiya bajar 30 herêm weke ‘Herêmên ewlekariya taybet’ hatiye îlankirin, ji çûn û hatinê re hatiye qedexekirin.