KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HDP li Mûşê dîsa bi ser ket
Li Mûşê, ji ber îtiraza AKP'ê deng ji nû ve hatin jimartin. Lê ev jimartin jî bi kêrî AKP'ê nehat û HDP'ê dîsa bi 3-1 bi ser ket. -
Delîla li ser şopa kekê xwe Nûman e
Xwişka fermandar Nûman Amed, Delîla ku sala 2013'an piştî şehadeta kekê xwe tevlî nava refên gerîla bû got, "Min kekê xwe qet nedît, lê mîna ku timî bi min re bû. Ji ser serê çiyê dikim qîrîn; Keko ez li vir im!" -
Dewleta Tirk bi nîjadperestî daristanên Kurdistanê dişewitîne
Eşkere bû ku li gelek deverên navbera bajarokê Rûbarok ê Şemzînanê û Başûrê Kurdistanê, leşkerên Tirk bi şêweyê heyv û stêrkê benzîn li daristanê kirine û şewitandine. -
PAJK: Çalakiya hevrê Zîlan pêşengiya jinan teqez kir
Koordînasyona PAJK’ê di salvegera 22’emîn a çalakiya Zeynep Kinaci (Zîlan) de daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Xirabreşkê kete Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO’yê
Xirabreşkê (Gobeklitepe) ku bermahiyên dîrokî yên beriya 12 hezaran salan lê hatin dîtin, kete Lîsteya Mîrateya Cîhanê. -
Cenazeyê şivan hate wergirtin yê ku leşkeran ew kuştibû
Cenazeyê Îsmaîl Karakaş yê ku li navçeya Golan a Erdexanê ji aliyê leşkeran ve hatibû qetilkirin, ji saziya Tipa Edlî ya Trabzonê hate wergirtin. -
HPG'ê li Gever û Wanê lê da: 13 leşker hatin kuştin
HPG'ê diyar kir, li navçeya Gever a Colemêrgê di çalakiyên gerîla de 12 leşkerên Tirk hatin kuştin. Li Wanê jî di çalakiya YJA Starê de leşkerek hate kuştin. -
KCK: Em ê xewn û xeyalên Şêx Seîd û hevalên wî pêk bînin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, Şêx Seîd û 49 hevalên wî yên 93 sal beriya niha li Amedê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin îdamkirin bi bîr anî û diyar kir ku wê xewn û xeyalên wan bi cih bînin. -
Li Kerkûkê êrîşa bombeyî
Li Kerkûkê, li hemberî depoya dengan bi wesayiteke bombebarkirî êrîş hate kirin. Ji ber êrîşê 20 kes birîndar bûn. -
'Zîlan vejîn û berxwedana jinê ji nû ve afirand'
Gerîlayên YJA Starê çalakgera fedayî Zîlan (Zeynep Kinaci) bi bîr anîn û gotin, Zîlan bi çalakiya xwe ya fedayî re vejîn û berxwedana jinê ji nû ve derxistiye holê. -
Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê jinek kuşt
Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker a li Başûrê Kurdistanê de jineke ciwan jiyana xwe ji dest da. -
Li Amedê Zîlan bi merasîmekê hate bibîranîn
Zeynep Kinaci (Zîlan) ku di sala 1996’an de li Dersimê li dijî hêzên dagirker çalakiya fedaî pêkanibû li Amedê bi merasîmekê hate bibîranîn. -
Ji Bradostê heta Bazîdê çalakiyên gerîlayan
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hezên wan ji Başûrê Kurdistanê heta Agiriyê li gelek cihan çalakî li dar xistine. -
Me li hemberî Seddem şer kir, em ê li hemberî Erdogan jî şer bikin
Pêşmergeyên dêrîn Mehmed Emîn, bi salan beriya niha li çiyayê Qendîlê li hemberî hêzên Seddam şer kiriye. Emin dibêje: ‘‘îro jî ez amade me ku li hemberî hêzên tirk ên dagirker şer bikim.’’ -
KJK’ê Zeynep Kinacî bi bîr anî
Koordînasyona KJK’ê Zeynep Kinacî (Zîlan) ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dersimê bi çalakiya fedayî jiyana xwe ji dest dayî bi bîr anî. -
HPG’ê nasnameya gerîlayê li Selmasê şehîd ketî eşeker kir
HPG’ê nasnameya gerîlayê xwe yê bi navê Dilşêr Mizgîn ê di êrîşeke hêzên Îraranê ya 19’ê Hezîranê li Selmasê de şehîd bibû eşkere kir. -
Li Wanê talankirina daran
Qeyûmê talanker ê ji bo Şaredariya BDP’ê ya bajarê Mezin a Wanê hatibû wezîfedarkirin, di bin navê çêkirina rê de, bi hezaran dar rakir. -
Qendîl wê nebe ya dagirkeran
Endamê Tevgera Ciwanên Niştimanperwer Sîrwan Raperîn li ser çalakiya mertalên zindî ya li Qendîlê got, Qendîl ti caran wê nebe ya dagirkeran. -
Siyasetmedarê Kurd Orhan Dogan hate bîranîn
Siyasetmedarê Kurd Orhan Dogan, di 11’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hate bîranîn. -
Gerîlayê HPG’ê Erencî li ser gora xwe hate bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê Mazlûm Erencî ku di şerê 29’ê Hezîrana 2011’an li Dersimê şehîd bûbû, di salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. -
Li Colemêrgê 30 roj qedexe hate îlankirin
Walîtiya Colemêrgê li bajar di nava 30 rojan de daxuyaniyên çapemeniyê, kon vedan, vekirina standan, çalakiya rûniştinê û çalakiyên din qedexe kir. -
Li Colemêrgê çalakî: 2 çeper hatin rûxandin, 3 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG’ê di çalakiya li Çelê lidar xistî de 2 çeper hatin rûxandin, 3 leşker hatin kuştin. Balafirên şer ên artêşa Tirk jî wesayîteke ya sivîlan a Başûrê Kurdistanê bombe kir. -
Babaoglû: Dewletê dest li hilbijartinê werda
Nivîskarê Kurd Îrfan Babaoglû diyar kir ku di 24’ê Hezîranê de li Tirkiyeyê darbe pêk hatiye û anî ziman ku dewletê dest li hilbijartinê werdaye. -
Biryar hate dayin ku Guven bê berdan
Ji bo berdana parlamentera Colemêrgê ya HDP'yî Leyla Guven ku ji aliyê rejîma AKP'ê ve dîl hatiye girtin, serlêdan hate kirin. Serlêdan ahte qebûlkirin û biryara berdana Guven hate dayin. -
Koçyîgît: AKP'ê gefê li Desteya Hilbijartinê ya Mûşê dixwe
Gulîstan Kiliç Koçyîgît ku li Mûşê hate hilbijartin diyar kir ku gef li serokê Desteya Hilbijartinê ya Bajêr tê xwarin û AKP hewl dide dest deyne ser wekîlên HDP'ê bi dest xistiye.