KURDISTAN
Endamê Koordînasyona PJAK'ê Fuad Bêrîtan diyar kir ku li Îranê valahiyeke hêzê ya gengaz wê karibe ji bo vejîna sîstemeke demokratîk zemînê biafirîne û got, weke hêzeke girêdayî îradeya gel em ji hemû senaryoyên gengaz re amade ne.
HPG-NRÇ’ê şehîdên Garê bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Jiyana bi derwêşane ku yek ji taybetmendiyên milîtaniya Apoyî ye, di xwe de şênber kirin û mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin hiştin.”
HPG-NRÇ’ê 6 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Bi îradeya xwe ya bêhempa di dîroka azadiya gelê me de cihê xwe girtin û bûn nirxên me yên bilind ku her tim riya me ronî dikin.”
Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Lêgerîn Artemetan bal kişand ser banga 'vegerê' ya Rêber Apo li sirgûniyan kir û got, "Her ciwanên Kurdistanî yên bi rûmet divê li xak, çand û zimanê xwe vegere."
HPG-NRÇ’ê diyar kir ku gerîlayên bi navê Amed Zap û Şiyar Qeremox şehîd bûne û got, “Bi ruhê fedayî yê Apoyî, hevrêtiya kûr, pîvanên jiyana dilnizm, sekna bi wêrek û fedakariyên xwe hewl dan heqê wezîfeyên xwe bidin.”
Hemû Nûçe
-
-
-
KCK: Encamên hilbijartinê ne rewa ne
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser encamên hilbijartinê yên 24'ê Hezîranê daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku 'serketin'a Erdogan û bloka faşîst rewa nîne.
-
-
Li pêşiya Şaredariya Erdîşê lêpirsîna polîsan
Welatiyên diçin Şaredariya Erdîşê ku ji aliyê AKP'ê ve hatiye desteserkirin, destpêkê ji aliyê polîsên Tevgera Tîmên Taybet a Polîsan (POH) tên lêpirsîn û piştre destûr ji wan re tê dayin ku bikevin nava avahiyê.
-
Îrade ji çekê xurtir e
Li dijî êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina hherêma Bradost û Xakurkê yên Başûrê Kurdistanê, berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê dewam dike.
-
'Li Wanê pêkanînên taybet hebûn'
Parlamenterê Wanê yê HDP'yî Temel bal kişand ser pêkanînên taybet ên li Wanê û diyar kir ku tevî vê yekê jî ew bûn partiya yekemîn, lê belê li ser sedemên kêmkirina 4 pûanan disekinin.
-
-
-
-
-
Şêniyên başûr: Qendîl dergûşa Kurdistanê ye
"Dewleta dagirker qala ketina Qendîlê dike. Lê belê wê nikaribin tiştekî wiha bikin. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê berde ji gerîla ew ji meqaba lingê wan jî ditirse. Lewma wê di xewna xwe de jî nekarin bikevin Qendîlê."
-
Amedî: Bi coş û bi hêvî ne
Piştî eşkerekirina encamên hilbijartinê û şûnde, welatiyên Amedê herikîn pêşiya avahiya HDP’ê ya bajar û bi hev re necamên hilbijartinê şopandin.
-
-
Li Bajarokê Hîlalê li rayedarên HDP'ê xistin
Li Qilebanê AKP’yiyan li rayedarekî HDP’ê xistin, alîgirên Şaredarê AKP’ê Cafer Benek, bi sedema ku rayedarê HDP’ê Feyzî Kara nehişt ku li şûna kesî deng were bikaranîn lê xistin. Kara rakirin nexweşxaneyê.
-
-
-
-
-
-
Temellî: Îro rojek bi hêvî ye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Wanê dengê xwe da. Temellî piştî ku dengê xw da got, "Îro rojek bi hêvî ye."
-
-
KCK'ê ji bo hilbijartinê 24 saetan çalakiyên leşkerî sekinand
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel têkildarî hilbijartina 24’e Hezîranê daxuyaniyeke da û diyar kir ku hêzên wan ew ê îro ji saet 19.00’an û pê ve heta 24 saetan tu çalakiyên leşkerî li dar nexin û ew ê hewl bidin dûrî qadên sivîlan bin.
-
-