KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HDP’ê ji bo Wanê çi pêşniyar kir AKP’ê red kir!
Parlementerên HDP’ê yên Wanê her dem di nav hewldanan de bûn ku kêşeyên bajêr li meclîsê çareser bikin lê ev tişt ji aliyê parlementerên AKP’ê hate astengkirin. Parlementerên AKP’ê yên Wanê tu kêşeyên Wanê nebirin meclîsê. -
Di nava HDP'ê de ciwan hêza bingehîn e
Ji namzetên ciwan ên HDP'ê Abdûrrahîm Dûrmûş destnîşan kir ku HDP'ê ji cihên ku bên hilbijartin ciwan kiriye namzet û got, "HDP ciwanan weke hêzeke bingehîn a çareseriyê dibîne." -
Biryara nepen li ser dosyeya Pirsûsê hate danîn
Di dosyeya dozê de ya ku Esved Şenyaşar û kurên wî Adil û Cemal Şenyaşar hatibûn qetilkirin, biryara nepeniyê hate dayîn. -
Li Qulp û Licê namzetên HDP’ê bi girseyî hatin pêşwazîkirin
Namzetên HDP’ê yên Amedê li Qulp û Licê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. -
Fadil Şenyaşar hate girtin ê ku bav û 2 birayên wî hatibû kuştin
Fadil Şenyaşar ê bav û 2 birayên wî ji aliyê zilamên wekilê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin ew jî birîndar bûbû, dema ji nexweşxaneyê derket, hat destgîrkirin û piştre hate girtin. -
HPG: Li Amed û Colemêrgê derbên giran li dagirkeran hate xistin
HPG’ê diyar kir ku li Şemzînan û Çelê 16, li Amedê jî 4 leşker hatine kuştin û li Sêrtê jî gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye. -
Engîn: Êrîş li dijî hemû destketiyên Başûr e
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn bal kişande ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û got, "Armanca van êrîşan ne tenê gerîla ye, li ser hemû Başûrê Kurdistanê gefa dagirbûnê heye û êrîş li ser tevahiya Başûr e." -
Endamên Eniya Neteweyî sibe diçin Qendîlê
Eniya Neteweyî wê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk sibe bi heyeta KNK'ê re biçe Qendîlê. -
Ciwanên Fransayî destekê didine Qendîlê
Ciwanên enternasyonalîst ên Fransayî ji bo ku destekê bidine çalakiya mertalên zindî ya li Qendîlê ji Parîsê hatin. -
Sorxwîn Zagros: Dagirkirina Başûr wê ne karekî hêsan be
Fermandara YJA STAR'ê Sorxwîn Zagros êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê ji ANF'ê re nirxand. -
Nehiştin ku Rêxistinên Civaka Sivîl biçin Pirsûsê
Şandeyeke ku ji Baroya Amedê, ÎHD’ê û DTSO’yê pêk hatî xwest biçe Pirsûsê, lê polîsên Tirk nehiştin ku şande biçe. -
Aqûbeta cenazeyan ne diyar e, malbat bi helwest in
Aqûbeta cenazeyên ku ji Xerzanê hatin derxistin ne diyar e. Malbata Muzeyyen Gordemîr ji bo ku hê encamek bi dest ve neaniye xwedî helwest e. Malbat dibêje, "Di kîjan dînî de zilmeke wiha heye." -
Ciwanên enternasyonal li ser rêya Qendîlê ne
Ji bo ku destekê bidin çalakiya 'Mertalên Zindî' ya ciwanên Başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya Tirk, komeke enternasyonal a ciwan berê xwe da herêmê. -
HPG'ê nasnameya 5 şehîdên Bestayê eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên roja 8'ê Hezîranê li herêma Besta ya Şirnexê şehîd bûn eşkere kir. -
Bihuşta li ser rûyê erdê: Xakurkê
Li pêşberî me qada Şehîd Bêrîtan heye. Aliyekî wê hê bi berfê girtî ye, aliyê din jî zûdeyî bi rengê biharê xemilî ye. Ne ez karim qala vê bedewiyê bikim, ne jî kesekî nebîne kare fêhm bike. -
Bajarê gelan Îdir bi partiya gelan HDP'ê re ye
HDP'ê ku di hilbijartina 2015'an de bi rêjeya 56.73 li Îdirê 53 hezar û 844 deng bi dest xist, her du wekîlên bajêr wergirt. HDP niha jî bi Dr. Habîb Eksîk û Kiznaz Turkelî ya Azerî xwe amade dike ji bo careke din rekorê bişikîne. -
Li Cizîrê bi hezaran kes di mîtînga HDP’ê de hatin ba hev
HDP mîtîngên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê didomîne. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî îro jî li Cizîrê bû. Li Cizîrê bi beşdariya bi hezaran kesan mîtîng hate lidarxistin. -
Gelê Başûrê Kurdistanê: Em ji bombeyan natirsin!
Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan û gotin: “Em ji dewleta Tirk natirsin, xaka xwe naterikînin.” -
Malbata Şenyaşar: Erdogan ji bo serokatiya xwe mirovan dikuje!
Haci Esvet Şenyaşar ê ku li Sirûcê li nexweşxaneyê ji aliyê xizmên wekîlê AKP’ê bi lîncê hatibû kuştin, îro hate veşartin. Malbata Şenyaşar ji Erdogan gotin ku, “Te ji bo serokatiya xwe mirov nehişt.” -
HPG: Çalakiyên hêzên me yên li Lêlkanê didomin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li Girê Lêlkanê yên li dijî artêşa dagirker a Tirkiyeyê daxuyanî da. HPG’ê diyar kir ku medyaya Tirkiyeyê dibêje ku 3 gerîlayan jiyana xwe dest daye lê ev nûçe ne rast e. -
Amed wê di 20’ê Hezîranê de bersiva pêwist bide!
HDP wê di 20’ê Hezîranê de li Amedê mîtîngeke bi heybet li dar bixe. -
Fermandarê HPG’ê Hêvî: Gerîla wê bersivê bide êrîşan
Yek ji fermandarê HPG’ê Serhildan Rûgeş Hêvî êrîşên dagirker ên artêşa Tirk ên li ser Bradost û Xakurkê nirxand û got gerîla li Bradostê û Xakurkê berxwedaniyeke dîrokî dikin. -
Balafirên şer ên Tirk gundên Qendîlê bombe dike
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li ser herêmên welatiyên sivîl ên li herêma Qendîlê dijîn, dibarîne. -
Turnuvaya voleybolê ya ciwanan dom dike
Turnuvaya voleybol a li ser navê Şehîd Ferhat Goyî û Şehîd Nûpelda Amed ku hatibû destpêkirin dom dike. Lîstika îro di navbera saziya Tevgera Ciwanên Mexmûr û ciwanên Semta 2 a Şehîd Xebat Dêrik de hate lîstin. Lîstik bi serketina Saziya ciwanan qediya. -
Meclîsa Bakur ji bo Qendîlê banga yekitiyê kir
Meclîsa Bakurê Kurdistan li Qendîlê serdana çalakgerên mertalên zindî kirin. Di serdanê de axaftin hatin kirin û ji bo Qendîlê banga yekitiyê hate kirin.