KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG: Li Colemêrg û Bradostê 20 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG’ê ragihad ku di çalakiyên li navçeyên Gever û Çelê yên Colemêrgê û herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê lidar xistin de, herî kêm 20 leşker hatine kuştin. -
HDP wê mîtînga xwe ya dawî li Wanê çêbike
Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HDP) wê mîtînga xwe ya dawî ya ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê li Wanê pêk bîne. -
Şandeya HDP’ê: AKP li ser sûc hate girtin!
Şandeya HDP’ê çû Pirsûsê, cihê ku AKP’ê komkujî kirî û got, "AKP li ser sûc hatiye girtin." Şandeyê diyar kir hikûmet li ser rûdanên li Pirsûsê hewl dide ku civakê bixapîne û got, "Erdogan got, 'Divê HDP bendê derbas neke' û rûdana Pirsûsê bû." -
Mertalên Zindî serdana şêniyên Qendîlê kirin
Çalakgerên Mertalên Zindî bi wesîleya cejna Remezanê serdana gundên Qendîlê kirin. -
Li wargeha Mexmûrê cejna Remezanê
Şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, danê sibehê bi serdana goristanan dest bi cejna Remezanê kirin. -
Temellî: Erdogan rê li ber bûyera li Pirsûsê vekir
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kir ku bûyera li Pirsûsê provokasyon e û divê kiryarên wê tavilê bên eşkerekirin. -
301 cenaze vê cejnê jî li goristana bêkesan 'bêkes' man
Cenazeyê 301 kesên ku li Kurdistanê hatin kuştin, li gel ku gelek sal di ser re derbas bûn jî û mînakên DNA’yê jî nehatin naskirin. Cenaze vê cejnê jî li goristana bêkesan, bêkes man. -
KCK'ê ji ber wefata Feylî peyama sersaxiyê weşand
KCK’ê bi boneya wefata Evdirezaq Mîrza, ji YNK’ê û gelê Kurd re sersaxî xwest. -
Hunermendên Başûrî: Em ji bo Qendîlê mertalên zindî ne!
Hunermend û helbestvanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîş û gefên dewleta Tirk çûn serdana Qendîlê û gotin, "Em jî mertalên zindî ne." -
Yek ji damezrînerê YNK’ê Feylî hate veşartin
Yek ji endamê damezrîner ê YNK’ê Abdurrezaq Feylî ku şêva din li nexweşiya Farûk a Silêmanî jiyana xwe ji dest dayî, li Silêmanî hate veşartin. -
Peyama KCK'ê ya ji bo Cejna Remezanê
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê peyamek weşand û Cejna Remezanê li alema Îslamê û gelê Kurd pîroz kir. -
Şanci: Mereş wê bibe keleha HDP'ê
Ji namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Mereşê Şahîn Şanci got, HDP yekane hêviya gelan e û destnîşan kir, ku Mereş wê di demeke nêz de bibe keleha HDP'ê. -
Erdogmûş: HDP tifaqa azadî, bawerî û gelan e
Parlamenterê Amedê yê HDP'yî Nîmetûllah Erdogamûş ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de ji Rihayê bûye namzet diyar kir ku li hemberî tifaqên 'Cûmhûr' û 'Millet', HDP tifaqa demokrasî, azadî, bawerî û gelan e. -
Temellî: HDP wê Komara Demokratîk ava bike
Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî li navenda Wanê serdana buroya hilbijartinê kir û got, yên ku qala sîleya Osmanî dikin, wê sîleya herî mezin roja 24'ê Hezîranê ji gel bixwin. -
NÛ BÛ-Di terora AKP’ê ya li Pirsûsê de 5 kes mirin
Hejmara kesên di encama gule reşandina namzetên AKP’ê ya li navçey Pirsûs a Rihayê de gihişte 5’an. -
Malbatên Roboskiyê nerazîbûn nîşanî biryara DMME û AYM’ê da
Malbatên Roboskî di hefteya 337’an de jî lêgerîna edaletê domandin. Malbatan nerazîbûn nîşanî biryara DMME’yê û AYM’ê ya têkildarî dosyaya doza qetlîamê hatî dayîn, da. -
Peyama penaberên Botanê yek e: Xwedî li vîn û rûmeta xwe derkevin
Welatiyên Mexmûrê yên ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk koçber bûne, têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê bang kirin û gotin, ji bo aştî, azadî, demokratî û vegereke bi rûmet dengê xwe bidin HDP’ê û xwedî li vîna xwe derbikevin. -
Li Çelê, Şemzînan û Lêlikanê çalakiyên HPG'ê
Gerîlayên HPG'ê li Çelê, Şemzînanê û Lêlikanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî hêzên dagirker ên dewleta Tirk çalakî kirin. -
HSK'ê alîkarî şand ji Efrîn û Bakurê Kurdistanê re
Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) di çarçoveya kampanyaya fitre û zekatan de nêzî 260 hezar eûro alîkariya maddî şand ji Efrîn û Bakurê Kurdistanê re. -
ÎHD'ê ji bo leşker û polîsên dîlgirtî bang li hikumetê kir
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo berdana polîs û leşkerên di destê PKK'ê de ne bang li hikumetê kir. -
Pêşmergeyên Dêrîn: Em rê nadin leşkerên Tirk bikevin Qendîl
Pêşmergeyên Dêrîn ên li dijî dagirkeriya xaka Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Qendîlê diyarkirin ku li ser vê xakê wê şehîd bikevin lê rê nadin leşkerên Tirk bikevin Qendîl û gotin: “Eger leşkerên Tirk bikevin Qendîl wê nekarin carekî din derkevin.” -
Tevgera Goran li dijî dagirkeriyê destek da Eniya Neteweyî
Tevgera Goran li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk destek da Eniya Neteweyî. -
Li Amedê biryara veguheztina 16 sindoqan hate betalkirin
Desteya Hilbijartinê ya Bajêr îtîraza veguheztina sindoqên li Licê, Hênê û Pîranê qebûl kir. Biryara ku hatibû dayîn jî betal kir. -
KONGRA GEL: Bila her kes xwe ji AKP'ê vegire
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL bi wesîleya Cejna Remezanê peyam da û bang li her kesî kir ku xwe ji AKP'ê vegirin. -
Gelek sedem hene ku Suryanî dengê xwe bidin HDP’ê
Suryaniyên Mêrdînê dibêjin, 24’ê Hezîranê ew ê dengê xwe bidin namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û bidin HDP’ê. Suryanî ji bo ku destekê bidin HDP’ê gelek sedeman rêz dikin.