KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ciwanên Amedê: Dengê me ji bo HDP'ê ye
Ciwanên li Amedê bal kişandin ser zilm û zordariya rejîma AKP'ê û gotin, di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de wê dengê xwe bidin HDP'ê. -
Şêniyên Qendîlê bang li gelê Kurd kir ku axa xwe biparêze
Şêniyên Qendîlê destnîşan kirin ku hêza gelê Kurd ji her demê bêhtir e û gotin, "Dagirkeriya dewleta Tirk wê ti carî bi ser nekeve." -
AKP ev 10 car in nexweşxaneya li Erdîşê digire û vedike
AKP ku beriya her hilbijartinê 'navendan vedike' vê carê jî Nexweşxaneya Erdîşê ya nû ku ji xwe re kiriye cihê rantê, cara 10'an vekir. -
Sarisaç: Li dijî faşîzmê em li hev bicivin
Namzetê parlamenteriyê yê Wanê yê HDP'ê Mûrat Sarisaç, ji bo têkbirina faşîzma AKP-MHP'ê bang li her kesî kir ku li dora HDP'ê li hev bicivin. -
Gerîla li çar herêman lê dan: 32 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG'ê li Colemêrg, Amed, Şirnex û Başûrê Kurdistanê derbên giran li hêzên dagirker ên Tirk xistin. Di çalakiyan de herî kêm 32 leşker hatin kuştin. 2 gerîla jî şehîd bûn. -
Li Xaneqînê êrîşa bombeyi: 2 kes hatin kuştin
Li Xaneqînê, ku li Iraqê yek ji wan herêma ye ku dikeve nav ‘herêmên statûya wê ne zelal’ wesayiteke bombekirî hate teqandin û du kes hatin kuştin. -
Li Licê operasyon û şer
Hêzên Tirk ên dagirker li bejahiya navçeya Licê ya Amedê tevî cerdevanan dest bi operasyonê kirin. Tê gotin ku li herêmê şer diqewime. -
Çar partiyên Kurd biryar dan ku destekê bidin Demîrtaş
Çar partiyên siyasî yên Kurdistanî biryar dan ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de destekê bidin namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş. -
Siyasetmedar, pêşmerge û hunermendan berê xwe dan Qendîlê
Nerazîbûna li êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk zêde dibe. Komek ji siyasetmedar, pêşmerge û hunermendan ji Silêmanî berê xwe da Qendîlê. -
Li Amedê provoya 24'ê Hezîranê
Li Amedê, HDP her roj bi rengê mîtîngê buroyeke hilbijartinê vedike. -
Miks wê ji AKP'ê re bêje 'êdî bes e'
HDP bi biryar e ku li navçeya Miks a Wanê rêjeya 65'an ji sedî ya hilbijartinên 7'ê Hezîranê derbas bike. Şêniyên navçeyê gotin, "Bila ev cejn bibe wesîleya azadiya Demîrtaş û çûyina Erdogan." -
Ciwanên Babê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin
Ciwanên ji bajarê Babê xwestin, hêzên asayîşê yên dewleta Tirk ji bajêr derkevin. -
Esnafên Wanê li benda 24'ê Hezîranê ne
Dikandarên Wanê diyar kirin ku ev cejn wê bibe cejna dawî ya AKP û Erdogan û gotin, em ê vê yekê roja 24'ê Hezîranê di dengdanê de nîşan bidin. -
Cenazeyê Gerîlayê HPG’ê Moral li Licê hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Esyar Moral (Şiyar Denîz) ê li Goristana Bêkesan a Kabasakal a Edenyê hate girtin, bi tevlîban sedan kesî li Licê hate veşartin. -
Ciwanên Welatparêz: Li dijî şerê qirêj em ê têbikoşin
Ciwanên Welatparêz ên Rojava li Qendilê çûn serdana ciwanên welatparêz ên Başûrê Kurdistanê ku li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li Qendilê dest bi çalakiya mertalên zindî kirîbûn. -
Dîmenê çekên di çalakiya li Geliyê Elî Dirêj ên li ser dijmin hatin rakirin
Gerîla TV dîmekê çekên li ser leşkerên artêşa Tirk a di çalakiya gerîla ya 31'ê Gulanê ku li geliyê Elî Dirêj ê Sîdekanê li dijî yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk hate kirin, weşand. -
Li Geverê gerîlayek şehîd bû
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di navbeyna gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk a dagirker de şer derket. Di şer de gerîlayek şehîd bû. -
HPG medyaya Tirk li derewê qeliband: Di êrîşên hewayî de windahî çênebûne
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê nûçeyên medyaya bi kontrola AKP’ê ku dibêjin di êrîşa hewayî de, ya bi ser Qendîlê de gelek windahî çêbûne li derewê qeliband. -
HPG: Li Colemêrg û Agiriyê 1 jê payebilind, 13 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG’ê li Colemêrg û Agiriyê ji nêz ve li artêşa Tirk a dagirker xist. Di çalakiyan de ku yekîneyên xef bûne hedef, yek jê payebilind 13 leşker hatin kuştin. -
HPG'ê nasnemaya 6 şehîdên Pîlemûriyê eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên 4'ê Nîsana 2018'an li navçeya Pîlemûrî ya Dersimê şehîd bûn eşkere kir. -
Jinên li Qendîlê: Em ê rê nedin dagirkeriyê
Ji bilî şer ti sozeke ku Erdogan beriya hilbijartinê bide dengdêran nemaye. Jinên li Qendîlê nerazîbûn nîşanî gefên Erdogan ên êrîşa li dijî Qendîlê dan û gotin, wê rê nedin êrîşeke gengaz a dagirkeriyê. -
Armanca HDP'ê ya li Çewligê mezin e: Sê ji sisêyan
Namzetên HDP'ê yên Çewligê bi tempoyeke bilind karê xwe yê hilbijartinê didomînin. Armanca HDP'ê li Çewligê ew e ku rêjeya dengê xwe bi du qatan zêde bike. -
Bûldan: Mîadê AKP'ê roja 24'ê Hezîranê diqede
Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan got, Erdogan li qadên hilbijartinê li ser êş û azarên nû siyasetê dike. -
Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin
Li bajarên Ranya û Qeladizê yên Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê hatin protestokirin. Di çalakiya li Qendilê de çalakgerên mertalên zindî jî hatin ziyaretkirin. -
Gerîlayên HPG’ê li gelek eniyan çalakî lidarxistin
Gerîlayên HPG’ê li Başûr û Bakurê Kurdistanê li dijî hêzên Tirk ên dagirker gelek çalakî li dar xistin. Li Çewlîgê herî kêm 5 leşker hatin kuştin, encamên çalakiya li herêma Bradostê jî nehate zelal kirin.