KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Elbakê gerîlayan li dijî wesayîta leşkerî çalakî lidarxist
Gerîlayên HPG’ê li navçeya Elbak a Wanê li dijî wesayîta leşkerî ya tîpa Reo çalakiyek lidarxist. -
Rejîma Îranê plan dike ku Penahî piştî Remezanê darve bike!
Hate ragihandin ku rejîma Îranê wê girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî piştî Cejna Remezayê bêyî agadarkirina malbat û parêzeran wê bi dar ve bike. -
Meşa ciwanên Başûrê Kurdistanê gihişte Qendîlê
Meşa gel û ciwanên Başûrê Kurdistanê ya li didjî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê hatibû destpêkirin, gihişte Qendîlê. Ciwana li vir daxuyanî da û destnîşan kirin ku wê li Qendîlê dest bi çalakiya mertalên zindî bike. -
Gelê Mexmûrê li ser sofreya fitarê kom bûn
Welatiyên wargeha Mexmûrê li ser sofreya fitarê ya ji aliyê Meclîsa gel, Şaredariya Mexmûr, Meclîsa Îştar û Komîtya Perwerdê ve hate amadekirin, li hev kom bûn û bi hev re fetirîn. -
Balafirên şer bombeyan li Akrê dibarîne
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li devera navçeya Akrê ya girêdayî Dihok a Başûrê Kurdistanê dibarîne. -
Gelê Başûr Kurdistanê: Qendîl kelha berxwedanê ye!
Ciwanên û gelê Başûrê Kurdistanê, li dijî dagirkeriya Qendîlê ketin rê û meşek lidar xistin. -
HPG: 17 leşkerên Tirk hatin kuştin, kontrayek hate cezakirin
Gerîlayên HPG'ê li Çelê li konvoyeke leşkerî xistin. Di vê çalakiya berfireh de 15 leşkerên Tirk hatin kuştin. Li Qabilcewzê 2 leşker hatin kuştin, 4 kontra jî birîndar bûn. Li Wanê kesek hate cezakirin. -
Rewşa tenduristiyê ya Celaliyan roj bi roj nebaş dibe
Rewşa tenduristiya girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku li Îranê di girtîgeha Xoyê de ye, her ku diçe xirabtir dibe û nayê tedawîkirin. -
Li 30 herêmên Colemêrgê derketina derve hate qedexekirin
Rejîma AKP-MHP'ê 30 herêmên Colemêrgê weke "Herêma Ewlekariya Bilind" îlan kir. Ketin û derketina ji bajêr jî hate qedexekirin. -
150 wesayitên zirxî li ser sînorê Başûr hatin bicihkirin
Artêşa Tirk a dagirker li derdora qereqolên Rûbarok û Museka yên li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi dehan wesayitên zirxî bi cih kir. -
Ciwanên Başûrî li dijî dagirkeriya Tirk berê xwe dan Qendîlê
Gelek ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bo li ber dagirkeriyê rabin, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Welatparêz û Tevgera Jinên Ciwan ji Silêmanî berê xwe dan Qendîlê. -
Omer Ocalan: HDP navnîşana reng û hemû baweriyan e
Namzetê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku HDP sîwana tevahiya gelên Tirkiyeyê ye û anî ziman ku HDP navnîşana tifaqa wijdanê ya gelan e. -
HPG'ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya 5 gerîlayên li Şemzînanê 25'ê Gulanê şehîd bûn eşkere kir. -
Siyasetmedarê Kurd Ozbek jiyana xwe ji dest da
Welatparêz Kurd Rifat Ozbek (71) li Amedê, li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû jiyana xwe ji dest da. -
Elîf Tûran: Ji bo welatekî azad dengê xwe bidin HDP'ê
Xizma windayan Elîf Tûran ku ji bo dîtina hestiyên bav û kekê xwe demeke dirêj têkoşiya, bang li gelan kir ku destekê bidin HDP'ê. -
Balafirên şer ên Tirk bombeyan li gundên Qendîlê dibarînin
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li gundên Qaatûkan a Qendîlê dibarîne. -
Malbatên Roboskî: Hilbijartina 24’ê Hezîranê fersendeke
Malbatên Roboskî lêgerîna edaletê ya hefteya 336’an jî pêk anî. Malbatan got: “Ji bo guherandina rêveberiyek ji edalet û hiqûqê dûrketî , hilbijartina 24’ê Hezîranê fersend û rêyeke.” -
Gerîla li gelek navendan derbên xurt li artêşa Tirk da
Gerîlayên HPG’ê li Şemzînan, Çelê, Kerboran, Barzan û Semsûr li dijî leşkerên Tirk çalakiyên xurt lidar xistin. Di van çalakiyan de herî kêm 6 leşker hatin kuştin, santraleke leşkerî jî hatiye rûxandin. -
Dayika aştiyê ya 59 salî hate destgîrkirin
Dayika aştiyê Halîme Işik a 59 salî ku gelek nexweşiyên wê hene, hate destgîrkirin. -
Li Hîldesheîmê meş: Fersenda dîrokî ye, em dîktatoriyê hilweşînin
Kurdistanî û dostên wan li Hîldesheîmê ji bo HDP’ê û wekîlên rehînkirî meşiyan. Di mîtîngê de hate gotin li dijî dîktatoriyê teqez dive biçin ser sendoqan -
AKP’ê piştî dagirkirina şaredariyê, Wanê hildiweşîne
AKP a ku hemû rê û kolanên navenda Wanê kiriye kavil, hemû xizmet û veberhênanên şaredariya bajarê mezin a Wanê ya DBP’ê jî texrîb dike. -
Li dijî dagirkeriyê ji bo 'Eniya Neteweyî' bang hate kirin
Nerazîbûna li êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê zêde dibe. Li Silêmaniyeyê 'Eniya Neteweyî ya li dijî dagirkeriyê' hate ragihandin. -
Leşker û polîsên dîlgirtî bang kirin
Polîs û leşkerên ji aliyê PKK'ê ve êsîr hatine girtin bang li dewletê, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl kirin ku ji bo wan bikevin nava liv û tevgerê. -
Wesayita polîsan li Amedê li extiyarekî qelibî
Li Amedê, wesayita zirxî ya polîsan li kesekî 70 salî qelibî ku di rê de derbas dibû. Welatî li cihê bûyerê li hev civiyan û nerazîbûn nîşanî polîsan dan. Polîsên Tirk jî gule berdan hewayê û gef li welatiyan xwarin. -
HDP li Wan û Meletiyê bi coş hate pêşwazîkirin
Serdana namzetên HDP’ê yên Wan û Meletiyê veguherî mîtîngê. Bi hezaran kesan namzetên HDP’ê pêşwazî kirin û bi wan re govend gerandin.