KURDISTAN
Endamê Koordînasyona PJAK'ê Fuad Bêrîtan diyar kir ku li Îranê valahiyeke hêzê ya gengaz wê karibe ji bo vejîna sîstemeke demokratîk zemînê biafirîne û got, weke hêzeke girêdayî îradeya gel em ji hemû senaryoyên gengaz re amade ne.
HPG-NRÇ’ê şehîdên Garê bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Jiyana bi derwêşane ku yek ji taybetmendiyên milîtaniya Apoyî ye, di xwe de şênber kirin û mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin hiştin.”
HPG-NRÇ’ê 6 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Bi îradeya xwe ya bêhempa di dîroka azadiya gelê me de cihê xwe girtin û bûn nirxên me yên bilind ku her tim riya me ronî dikin.”
Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Lêgerîn Artemetan bal kişand ser banga 'vegerê' ya Rêber Apo li sirgûniyan kir û got, "Her ciwanên Kurdistanî yên bi rûmet divê li xak, çand û zimanê xwe vegere."
HPG-NRÇ’ê diyar kir ku gerîlayên bi navê Amed Zap û Şiyar Qeremox şehîd bûne û got, “Bi ruhê fedayî yê Apoyî, hevrêtiya kûr, pîvanên jiyana dilnizm, sekna bi wêrek û fedakariyên xwe hewl dan heqê wezîfeyên xwe bidin.”
Hemû Nûçe
-
HPG: Herî kêm 24 leşkerên Tirk hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li gelek herêman gerîla çalakî kirin û di encamê de herî kêm 24 leşkerên Tirk hatin kuştin ku 9 ji wan tîmên taybet in.
-
-
Axaftina Demîrtaş a li mîtîngê!
"Ji bîr nekin, dengekî bi tenê dikare gelek tiştan biguherîne. Tu dikare vê bike, xwişk û birayê min ên delal. Ji bo rojên xweş û geş, dem dema guhertinê ye. Em bi hev re bikin, em bi hev re bi ser bikevin."
-
-
-
Gelê Başûr êrîşên dagirkeriyê şermezar kir
Li Silêmaniyeyê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Welatparêz û Rêxistina Jinên Ciwan ên Şoreşger meşek bi meşaleyan hate lidarxistin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.
-
Karasû: Xwedî li dengê xwe derkevin
Karasû: AKP û MHP ku dibînin, dema HDP ji bendê derbas bibe wê ji desthilatdariyê bikevin, eşkere ye ku dikarin dek û dolaban bigerînin. Divê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê xwedî li dengan derkevin.
-
-
-
-
-
-
-
Karasû: Bêhiş bûne, her tişt ji wan tê
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Karasû diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bêhiş bûye, lewma her tişt ji wan tê û got, "Bi her awayî dikarin êrîş bikin, provokasyonan derxînin û komployan amade bikin."
-
-
-
HPG: 15 leşker û kontrayek hatin kuştin
Gerîlayên HPG'ê li Başûrê Kurdistanê, Amed, Colemêrg, Şirnex û Sêrtê li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di çalakiyê de 15 leşkerên Tirk û kontrayek hate kuştin.
-
-
-
Hozat bang li dengdêrên li Ewropayê kir
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bang li dengdêrên li Ewropayê kir ku dengê xwe bidin û got, "Yekane partiya ku dikare desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê hilweşîne, HDP ye."
-
-
Karasû: 24'ê Hezîranê qonaxeke dîrokî ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, "Hilbijartinên 24'ê Hezîranê gelekî girîng in. Eger AKP-MHP bi ser bikevin wê sîstema olperest-neteweperest mayinde bibe. Karê têkoşîna demokrasiyê ye ku pêşî li vê bê girtin.
-
Temellî serdana buroya hilbijartinê ya li Misricê kir
Hevserokê HDP'ê Temellî serdana buroya hilbijartinê ya navçeya Misric a Sêrtê kir û got, "Îro çûye Stenbolê û rabûye gotiye, 'Em ê Amedê bişibînin Stenbolê'. Ji xwe re li rewşa Stenbolê binerin. Şênkahî li cihekî nehiştine."
-
-