KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Bêrîtan: Pêwîstî bi polîtîkayeke nû heye
Hevserokê KODAR'ê Fûad Bêrîtan diyar kir ku meyla civaka Îranê li ser demokratîkbûnê heye û got, pêwîstî bi gotin û polîtîkayeke nû heye. -
Rûken Sêrt: Ji bo civakeke çê, divê faşîzm bê têkbirin
Endama Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê Rûken Sêrt ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê bang li demokratên li Tirkiyeyê û kedkarên tenduristiyê kir. -
Gelê Wanê komira AKP'ê li erdê hişt
AKP her carê beriya hilbijartinê ji bo ku dengan bistîne komir, meqerna û tiştên erzan belav dike. Beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê dest bi belavkirina komirê kir. Lê kesî ranehişte komirê û li komir li kuçeyan ma. -
Karayilan: Divê benda AKP-MHP'ê ji holê bê rakirin
Karayilan: Dewletê biryar daye ku HDP'ê li binê bendê bihêle, lê her tişt bi dilê dewletê nameşe. Ev yek bi karê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ve girêdayî ye. Serketina HDP'ê wê rê li ber pêvajoyeke nû ya demokratîk veke. -
Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê li Wanê didomin
Rêxistina HDP’ê ya bajarê Wanê di çarçoveya xebatan de li navçeyê Peyîzava û Westanê buroyên hilbijartinê bi girseyî vekirin. -
PKK ji bo Iraqê çareseriyeke çawa pêşniyar dike?
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê KCK’ê Navdar Sînegir dema ku hilbijartinên parlementoyê yên 12’ê Gulanê nirxand, diyar kir ku kêşeyên li Iraq û Rojhilata Navîn bi projeya Konfederasyona Rojhilata Navîn a Demokratîk dikare were çareserkirin. -
Gerîla li Sîdeka, Barzan, Şemzînan û Xarpêtê lê da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çalakiyên gerîla de yên 29-30'ê Gulanê herî kêm 11 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
Rejîma Îranê kolberekî din kuşt
Pasdarên Îranê li nêzî gundê Mêşero yê bajarokê Germik ê Pênciwênê êrîş birin ser kolberan. Ji ber êrîşê kolberê bi navê Kamîl Mûradî jiyana xwe ji dest da. -
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke nû weşand
Gerîlayên HPG'ê roja 13'ê Gulanê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê li leşkerên Tirk xistibûn. Gerîla TV jî dîmenê vê çalakiyê weşand. -
NPG'ê salvegera Pêngava 1'ê Hezîranê pîroz kir
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya salvegera Pêngava 1'ê Hezîranê peyamek weşand û got, "Gelê Kurd wê armanca xwe ya ji bo Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk bi ser bixîne." -
Ji dadgeha pêşî û dawî ya Ocalan heta bi 24’ê Hezîranê
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî komploya navdewletî ya 15’ê Sibata 1999’an cara pêşî 31’ê Gulanê derkete dadgehê. -
Li Bradostê çalakiya gerîlayan: Herî kêm 10 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê îro li Gêdûka Alîdirêj a herêma Bradostê li dijî artêşa Tirk çalakiyek li dar xistin. Hate ragihandin ku herî kêm 10 leşker hatine kuştin. -
Erciyes: Di vê pêvajoyê de pêşveçûnên dîrokî dikare pêk were
Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê Emîne Erciyes têkildarî pêngava gerîlayan a di 1’ê Hezîrana 2004’an de axivî û got piştî 14 salan pêvajoyeke girîng tê jiyîn a ku dikare rê li ber pêşveçûnên dîrokî veke. -
Li Hênê şer qewimî: Cerdevanek mir
Li navçeya Hênê ya Amedê şer qewimî û di encamê de cerdevanek mir. -
Girtiyên PKK'yî xistine qewîşên li kêleka yên DAÎŞ'iyan
Girtiyên ji doza PKK'ê yên ji Girtîgeha Tîpa L a Sîlîvriyê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Manîsa-Akhîsarê hatin kirin, li qewîşên li kêleka yên çeteyên DAÎŞ'ê tên hiştin. -
Rewşa civakî ya Qersê û ya HDP'ê xweş li hev tên
Li Qers, Kurd, Tirk, Terekeme, Azerî, Caferî, Elewî, Sûnî hemû welatî bi hev re dijîn. Hem bername, hem jî namzetên HDP'ê li vê rewşa civakî tên. -
Li Amedê sekn li namzetên HDP'ê nabe
Namzetên HDP'ê ku li çar aliyên Amedê ji bo hilbijartinê dixebitin, di mijara barkirina sindoqan de agahiyê didin gel. -
Li Amedê operasyonên qirkirina siyasî: 13 kes hatin destgîrkirin
Li Amedê li dijî kesên ku ji bo hilbijartina di 24’ê Hezîranê xebatê dikin, operasyonên qirkirina siyasî hate kirin. Di çarçoveya van operasyonan de 13 kes hatin destgîrkirin. -
HPG: Li Lêlkan, Berwarî, Gever û Çelê 26 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Lêlkan, Berwarî, Gever û Çelê li dijî artêşa Tirk çalakî li dar xistine û di van çalakiyan de bi giştî 26 leşker hatine kuştin. -
Şêniyên Amedê: Tenê HDP doza aştiyê dike
Şêniyên Amedê destnîşan kirin ku wê di 24’ê Hezîranê de dengê xwe bidin HDP'ê û namzetê wê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş. -
Zanyar Muradî û Ramîn Hisên bang li raya giştî kirin
Zanyar Muradî û Ramîn Hisên Penahî ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn bang li raya giştî kirin: "Em hêvîdarin ku çalakiyên parêzvanan bibine bingehê hişyarbûna raya giştî ya Îran û Kurdistanê li hemberî darvekirina siyasetmedarên li Kurdistanê." -
Xebatkarên HDP'ê yên hilbijartinê hatin destgîrkirin
Li Amedê, 6 kesên ku ji bo HDP'ê karê hilbijartinê dikirin hatin destgîrkirin. -
Dr. Mizrakli: Gelê me wê roja 24'ê Hezîranê dilê xwe rehet bike
Namzetê HDP'ê yê rêza yekemîn ê Amedê Dr. Selçûk Mizrakli got, "Gel bi hêrs e. Gelê me hesabê wê yekê dike ku vê hêrsa xwe bi rê û rêbazekê nîşan bide û dilê xwe rehet bike." -
Komîteya Zindanan a PKK'ê ji bo hilbijartinê bang kir
Komîteya Zindanan a PKK'ê li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê daxuyaniyek da û di serî de malbatên girtiyan bang li tevahiya civakê kir ku hesabên AKP-MHP'ê ji hev bixin. -
'Cihê AKP'ê li Wanê nîne'
Gelê Wanê diyar kir ku AKP wê di vê hilbijartinê de ji holê rabe û HDP jî wê bi dengekî zêde bi ser bikeve. Şêniyên Wanê gotin, ji bilî nav, tiştekî AKP'ê wê li Wanê nemîne.