KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gundî dibêjin, Walîtiya Tirk a li Colemêrgê derewan dike
Walîtiya Tirk a li Colemêrgê îdîa kiribû ku TIR'eke cebilxane tê de bû roja 24'ê Nîsanê ji ber pirsgirêka frenê şewitî bû. Lê belê gundiyan gotin ku li dijî TIR'ê çalakiya sabotajê hatiye kirin û hêzên dewletê jî gundê Doganci şewitandine. -
Ne ji ber birûskê, lê ji ber xemsariyê mirin
Yûsûf Kidat ê 13 salî û Halît Erdal ê 18 salî ku li Xîzanê ji ber birûskê bi giranî birîndar bûn, ji ber ku ambûlans û alîkarî bi derengî hatin jiyana xwe ji dest dan. -
Konsepta şer wê têk biçe
Hevserokên HDP û DBP'ê yên Wanê gotin, gelê Wanê bi biryar û zelal e û destnîşan kirin ku konsepta şer a ku bi 'Plana Têkbirinê' dest pê kir, wê 24'ê Hezîranê hilweşe. -
Li Qilabanê operasyona leşkerî
Artêşa Tirk a dagirker di saetên şevê de li bejahiya navçeya Qilaban a Şirnexê dest bi operasyoneke leşkerî kiriye. -
Xebatên HDP’ê yên hilbijartinê li Wanê didome
Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Wanê xebatên xwe yên hilbijartinê li navçeyên Tûşba û Îpekyolûyê domand. Endamên HDP’ê di çarçoveya xebatan de têkildarî hilbijartinê gel agahdar kir. -
HPG: 8 leşkerên Tirk hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li herêma Bradostê, Colemêrg, Dersim û Êlihê di çalakiyê gerîla de herî kêm 8 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. -
Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Adil Mûrad hate veşartin
Cenazeyê endamê Komîteya Navendî ya YNK'ê Adil Mûrad bi merasîmekê hate veşartin. -
Balafirên şer ên Tirk bombeyan li Xakurkê û Bradostê dibarînin
Herêmên Xakurkê û Bradostê yên Başûrê Kurdistanê ku leşkerên Tirk ên dagirker derbên giran lê dixwin, ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve tên bombekirin. -
KCK: Artêşa Tirk nikare bi gerîla; êrîş wê bê şikandin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, hêzên gerîla yên ku li Bakur û Başûrê Kurdistanê derbên giran li artêşa Tirk xistin pîroz kir. -
Guven: Em ê mîna gelê Colemêrgê yê bi rûmet li ber xwe bidin
Namzeta parlamenteriyê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku dîl girtî ye, diyar kir ku 24'ê Hezîranê firsendeke ji bo paşeroja ronî û got, wê li Kurdistanê bi ser bikevin. -
Li Colemêrgê teqîn: Gelek cerdevan mirin û birîndar bûn
Li Şemzînanê dema wesayitê cerdevan dibirin herêma operasyonê teqîn çêbû. -
Li Mûşê polîsan zarokek bi giranî birîndar kir
Li Mûşê polîsên Tirk bi wesayita zirxî li zarokê bi navê Veysel Toplu reşand û ew bi giranî birîndar kir. -
Esnafên Colemêrgê li benda 24'ê Hezîranê ne
Esnafên Colemêrgê ku ji ber krîza aboriyê û ambargoyê li ber îflasê ne, xwe kar dikin ji bo di 24'ê Hezîranê de hesab ji AKP'ê bipirsin. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li dijî qereqolê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîla ya li dijî qereqola Girê ya li Çelê weşand. -
HPG'ê li dagirkeran xist: Herî kêm 9 leşker mirin
Gerîlayên HPG'ê li Başûr û Bakurê Kurdistanê li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di çalakiyan de herî kêm 9 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
Nasnameya 2 gerîlayên li Şemzînanê şehîd bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku roja 20'ê Gulanê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê 2 gerîla di şer de şehîd bûne. Hate ragihandin ku di heman şerî de 2 çawişên pispor ên Tirk hatine kuştin. -
Navenda Parastina Gel gerîlayên li eyaleta Xakurkê pîroz kir
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, gerîlayên ku li Xakurkê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin, pîroz kir. -
HDP'ê 'Deklarasyona Çareseriya Pirsgirêka Kurd' eşkere kir
Parlamentera Amedê ya HDP'yî Feleknas Ûca, 'Deklarasyona Çareseriya Pirsgirêka Kurd' a partiya xwe eşkere kir. di deklerasyonê de işaret bi tecrîdê û Rewşa Awarte hate kirin û hat gotin, "24'ê Hezîranê hêvî ye ji bo aştiya mayinde û bi rûmet." -
Li Cizîrê mirineke din a bi guman
Li cizîrê ciwanê bi navê Hakan Papû yê 15 salî li Taxa Şahîn Tepe mirî hate dîtin. -
Karê HDP'ê yê ji bo hilbijartinê bi rengekî girseyî dewam dike
Li Edene, Qoser û Êlihê, bi beşdariya bi hezaran kesî ji bo hilbijartinê çalakî hatin lidarxistin. -
YNK li Bexdayê dest bi danûstandinên koalîsyonê dike
Şandeyeke ji Yekîtiya Niştimanperwerên Kurdistanê (YNK) ji bo ku dest bi danûstandinên koalîsyonê bike îro diçe Bexdayê. -
Gerîlayên Soran jî li Bradostê ne
Gerîlayên Soran ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li herêma Soranê ketine çeperan, gotin ku wê bi pêngava xwe ya şoreşgerî re dagirkeran biqewirînin. -
Dîmenê çalakiya li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Lêlîkanê…
ANF’ê dîmenên çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li Girê Lêlîkan a li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker hate lidarxistin parve kir. -
Artêşa Tirk amadekariyê operasyonê dike
Artêşa Tirk a dagirker li Girê Çolya û derdorî wê ya girêdayî Cûdiyê amadekariyê operasyonekê dike. -
Li Wanê xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinê didomin
Li Wanê HDP’yiyan di çarçoveya xebatên hilbijartinên 24’ê Hezîranê de belavok li bazara semtê û gundan, belavkirin. HDP’yiyan li Artêmetan û Payîzavayê bi gel re civiyan û têkildarî hilbijartinan agahî bi gel re parvekirin.