KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Keyarkên jehrî bû sedema mirinan
Li bajarê Sine û Kirmanşan ên Rojhilat û Îranê 8 kes ji ber xwarina keyarkên jehrî jiyana xwe ji dest dane, bi sedan kes jî tên dermankirin. -
Şervanê YBŞ’ê Mahîr Tayawî li Efrînê şehîd bûye
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku şervanê wan ê bi navê Mahîr Tayawî di berxwedana Efrînê de şehîd bûye. -
Nifşê Nû, bi 170 hezar dengan 4 kursî bi dest xist
Tevgera Azad, Tevgera Nifşê Nû û Eniya Demokrasî ya Gelan a bi lîsteya Nifşê Nû tevlî hilbijartina Parlementoya Iraqê bibûn, 4 kursî bi dest xistin. -
HPG: Li Lêlkanê 2 li Bagokê 3 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Lêlkanê 2 li Bagokê jî 3 leşker kuştine. HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker herêmên Behdînan û Metînayê bi balefirên şer bomberdûman kiriye. -
Partiya Îslamiya Kurdistan: Alternatîf HDP ye
Partiya Îslamiya Kurdistan ragihand ku wê di hilbijartinan de piştgiriyê bide îtifaqa Kurd-HDP’ê. -
Xizmên windayan ji bo Mehmet Înan li hev civiyan
Li Amedê xizmên windayan û endamên ÎHD’ê vê hefteyê jî li edaletê geriyan. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Mehmet Înan hate parvekirin. -
Ji ber hilweşandina mala şînê Êzidiyan AKP şermezar kirin
Êzidiyan ji ber hilweşandina mala şînê ya li Nisêbînê AKP şermezar kirin û banga piştgiriyê kirin. -
KCK: Bi wefata Adil Mirad gelê me nirxekî gewre ji dest daye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, ji bo Endamê Komîteya Rêveber ê YNK’ê Adil Mirad ku duh çû ber dilovaniya xwe, peyama serxweşiyê da. -
Li gundê Efşê mala şînê ya Êzidiyan hate rûxandin
Li gundê Efşê yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê mala şînê ya Êzidiyan hate rûxandin. -
Encamên teqez ên hilbijartina Başûrê Kurdistanê hatin eşkerekirin
Komîsyona Bilind a Hilbijartina Iraqê encamên hilbijartina Parlamentoyê ya 12’ê Gulanê eşkere kir. -
Li gundê Efşê mala Êzidiyan hate rûxandin
Li gundê Efşê yê navçeya Midyat a Mêrdinê mala Êzidiyan hate rûxandin. -
Colemêrgê bi dostên xwe pêşwazî li biharê kir
Colemêrg, paytexta çiya û avê, bi hatina biharê re dîsa tovên azadiyê reşand. -
Colemêrg xwe ji sê wekîlan re amade dike
Gelê Colemêrgê ku ji 24’ê Hezîranê re kar û bara xwe dike dibêje ew ê ji 3 parlamenteran her sêyan derxînin û AKP’ê ji herêmê derxînin. -
Li Amedê Şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn
Li Amedê ji bo ‘Şehîdên Meha Gulanê’ bi tevlîbûna sedan kesî bîranînek hate lidarxistin. -
HDP’ê li Peyîzava û Elbakê buro vekirin
HDP’ê ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê li navçeya Peyîzava û Elbakê yên Wanê bi girsey buroyên hilbijartinê vekirin. -
HPG’ê têkildarî çalakiyên li Şirnex, Sêrt û Colemêrgê daxuyaniyek da
Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya HPG’ê, encamên çalakiya 16’ê Gulanê lidar xistî eşkere kir. Di daxuyaniyê de têkildarî “Leşker û kontrayên ku hatine kuştin û birîndarkirin” jî agahî parvekirin. -
Balafirên şer ên Tirk li ser Qendîlê digerin
Balafirên şer ên Tirk li ser herêma Qendîlê digerin. -
Bayik: 24'ê Hezîranê ji bo têkbirina faşîzmê şansek e
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik diyar kir ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji rêzê nîne û got, ji bo têkbirina faşîzmê ev hilbijartin şansek e. -
Yuksel Genç: Ji bo Kurdan tûra destpêkê gelekî girîng e
Korodînatora SAMER'ê Yuksel Genç destnîşan kir ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de tûra destpêkê ji bo Kurdan 'gelekî girîng' e. -
Biraziyê Hakan Fîdan li Bradostê li dijî dagirkeriyê şer dike
Yek ji gerîlayên ku li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şer dike, gerîlayê HPG'ê Egîd Zîlan e. Egîd Zîlan biraziyê Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan e. -
Li Elkê 5 herêm li sivîlan hatin qedexekirin
5 herêmên li bejahiya Elkê weke "Herêma Ewlekariyê ya Taybet" hatin ragihandin û li sivîlan hatin qedexekirin. -
Girtiyên li Mêrdînê sê meh in hevdîtina parêzeran red dikin
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Merdînê, ji ber ku hevdîtinên wan tên qeydkirin ev 3 meh in bi parêzerên xwe re hevdîtinê nakin. -
Xemla çiyê bi rengê jinê
Fermandara YJA Starê Nûran Er ku par li Amedê şehîd bû, di demên cuda yên gerîlatiya xwe de gelek wêne kişandibû. Ev wêneyên Nûran Er bi navê "Xemla çiyê ya bi rengê jinê" hatin weşandin. -
'Ruhê Hakî Karer li çar aliyên Kurdistanê ye'
Gerîlayên HPG û YJA Starê ku li akademiya Hakî Karer perwerdeyê dibînin, di salvegera 41. a şehadeta wî de ew bi bîr anîn û gotin, ew hewl didin wî hîn bêhtir fêhm bikin û xwedî li mîrateya şoreşgerî derkevin. -
Balafirên şer ên artêşa Tirk Xaxûrkê bombe dikin
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li ser herêma Xaxûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dibarîne.