KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîlayên HPG’ê: Wê Xakûrk û Bradost ji dijmin re bibin goristan!
Gerîlayên HPG’ê yên li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk berxwedana xwe dom dikin, anîn ziman ku wê Xakûrk û Bradostê ji dijmin re bikin goristan. -
Hilbijartina Parlamentoya Iraqê dest pê kir
Li Herêma Kurdistanê û Iraqê dengdayîna ji bo hilbijartina Parlamentoya Iraqê dest pê kir. 24 milyon 349 hezar û 357 hilbijêr wê ji bo 329 parlamenteran dengê xwe bidin. Li Helepçe, Silêmanî û Hewlêrê jî dengdanê dest pê kir. -
Qeymeqamê Artemêtanê dest bi fêlbaziyên hilbijartinê kir
Qeymeqamê Artemêtanê, ji bo navnîşanên gelek kesên li navenda Wanê rûdinin, derbasî Artemêtanê bibe, ferman da. -
Gerîla rê nade dagirkeran
Gerîlayên HPG’ê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Herêma Xakûrkê û Bradostê yên li çeperan li ber xwe didin, anîn ziman ku di her şert û mercî de xwedî vîna şerkirinê ne. -
Li Gîresûnê çalakiya gerîla
HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Gîresûn, Bedlîs û Wanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Dadgeha Tirk 36 sal û 8 meh ceza da zarokên Sûrê
Di dema êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk de li dijî Sûrê 11 zarok ji taxan hatibûn tehliye kirin û doz li wan hatibû vekirin. Dadgeha Tirk cezayê girtîgehê dan zarokan. -
HPG'ê encama çalakiya li Lêlîkanê eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya 10'ê Gulanê ya li Lêlîkanê daxuyaniyek da. -
Li Dersimê teqîn: Gelek leşkerên Tirk mirin û birîndar bûn
Li ser rêya bejahî ya Dersim û Erzînganê, dema leşkerên Tirk derbas dibûn teqînekê rû da. Ji ber teqînê gelek leşkerên Tirk mirin û birîndar bûn. -
Artêşa Tirk bombeyên qedexekirî li Bradostê dibarîne
Artêşa Tirk roja 1'ê Gulana 2018'an bi balafirên şer bombe li holikên gundiyên Şuşane yê li herêma Bradostê barandin. Balafirên şer ên Tirk bombeyên xarik (mîsket) ku li gorî peymanên navneteweyî qedexe ne, barandin. -
NAV-DEM: AKP bi dengên li Ewropayê dikare têk biçe
NAV-DEM'ê got, "tenê du roj man" û bang li dengdêran kir ku qeyda xwe çêbikin. NAV-DEM'ê destnîşan kir ku têkçûna faşîzma AKP'ê ji bo gelê Kurd gelekî girîng e. -
'Şerê me yê li dijî faşîzmê, şerê hebûnê ye'
Endama Koordînasyona PAJK'ê Besra Firat dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û Başûrê Kurdistanê nirxand û destnîşan kir ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê şerekî mezin ê hebûnê tê kirin. -
Li Lêlîkanê derbên xurt li dagirkeran tê dayîn: 15 leşker hatin kuştin
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê yên li dijî artêşa Tirk a li Girê Lêlîkanê bi cih bûyîn de, 15 leşker hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne. -
Ehmed Hecî Reşîd: Çima hikûmeta Iraqê li dijî dagirkeriya Tirk bêdeng e!
Serokê Lîsteya Komelî Îslamî Ehmed Hacî Reşîd, anî ziman ku heyîna leşkerên Tirk a li nava xaka Başûrê Kurdistanê tê wateya derbaskirina serweriya xaka Iraqê. Reşîd pirsa “Çima hikûmeta Iraqê li dijî dagirkeriya Tirk bêdeng e?” kir. -
Hîndekar li Rojhilatê Kurdistanê û Tehranê daketin qadan
Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û paytexta Îran Tehranê mamoste daketin qadan û polîtîkayên rejîma Îranê yên xwemalîkirina perwerdeyê û nedayina sîgorta mamosteyan şermezar kirin. -
HPG: Li Lêlîkanê li leşkerên Tirk hate xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya gerîlayan a li qada Lêlîkanê ya herêma Bradostê ya di 8’ê Gulanê de daxuyaniyek belav kir. -
Balafirên şer ên Tirk li leşkerên xwe dan
Balafirên şer ên Tirk îro piştî çalakiya gerîlayên HPG/YJA Starê ya li Girê Lêlîkanê herêm bomberdûman kir. Hate ragihandin ku leşkerên dagirker gelekî nêzî cihê bomberdûmanê ne. -
Li Wanê 101 kesî ji bo bernamzetiyê serî li HDP'ê dan
Li Wanê wê 8 parlamenter bên hilbijartin. Ji bo van 8 parlamenteran 101 kesî serî li HDP'ê dan. -
'Rihê berxwedêr ê Şehîd Mizgîn û Leyla Qasim wê bi ser bikeve'
Endama Koordînasyona KJK’ê Dîcle Xabûr di derbarê salvegera şahadeta Leyla Qasim û Şehîd Mizgîn got, “Divê jinên Başûr taybet jî jinên ciwan vê yekê baş bizanibe, hişmendiya ku Leyla Qasim wê demê li hemberî wê şer dikir û ya niha ji hev ne cuda ye.” -
Mirov çawa dikare li qeyda xwe ya dengdêriyê bipirse?
Dengdêr divê heta 12'ê Gulanê navnîşana xwe piştrast bikin û piştî 12'ê Gulanê jî navnîşan û dibistanên ku wê dengê xwe lê bidin zelal bikin. -
Dr. Musena Emîn: Divê Iraq dagirkeriya Tirkiyeyê qebûl neke
Serokê Lîsteya Yekgirtû Dr. Musena Emîn wiha got; “Tirkiye Başûrê Kurdistanê dagir dike, serweriya Iraqê nas nake. Divê Iraq li Başûrê Kurdistanê helwesta xwe nîşan bide.” -
Li Lêlîkanê çalakiya mezin: Gerîla ji 8 aliyan ve li leşkeran dan
Gerîlayên HPG û YJA Starê ji 8 aliyan ve li artêşa Tirk a dagirker a li ser girê Lêlîkanê ye xistin. Tê gotin, di vê çalakiya mezin de derbên giran li leşkerên Tirk hatine xistin. -
Namzetên Lîsteya Nifşê Nû li Helebçeyê bi gel re civiyan
Namzetên parlamenteriyê yê Lîsteya Nifşê Nû yên Heleçce bi hilbijêran re civiyan. Di civînê de namzet hatin nasandin û qala girîngiya hilbijartinan hate kirin. -
Berxwedana kolber û kesibkaran: Bane 25 roj in li ber xwe dide!
Li hemberî qedexekirina bazirganiya li sînor û kolbertiyê, berxwedana kolber û kesibkaran a li dijî rejîma Îranê dewam dike. Çalakiyên li bajarê Bane ev 25 roj in didomin. -
HPG: Li Barzan û Erzînganê 7 leşkerên Tirk hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di encama çalakiyên YJA Starê de li Barzanê 4, li Erzînganê jî 3 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
KODAR, KJAR û PJAK’ê şehîdên 9’ê Gulanê bi bîr anîn
KODAR, KJAR û PJAK’ê şehîdên 9’ê Gulanê Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Eslamiyan bi bîr anîn.