KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Wanê operasyona hilbijartinê: 5 kes hatin destgîrkirin
Hêzên çekdar ên Tirk danê vê sibehê avêtin ser gelek malên li navçeyên Miks û Westanê yên Wanê û 5 kes destgîr kirin. -
Eniya Demokrasiya Gel êrîşên li ser lîsteya 120 şermezar kir
Eniya Demokrasiya Gel, êrîşa li ser namzetê Hewlêrê yê Lîsteya Nifşê Nû şermezar kir û got, gel wê li ser sindoqê bersivê bide desthilatdariyê. -
Akyuz: 8 meh in nahêlin ku em cenazeyên xwe veşêrin
Mehmet Şîrîn Akyuz û Îbrahîm Akyuz di êrîşên qirkirinê de li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dabûn. Ev 8 meh in destûr nayê dayin ku cenazeyên wan bên veşartin. -
DAÎŞ'ê li Xaneqînê êrîş kir
Çeteyên DAÎŞ'ê li bajarokê Gulale Xaneqînê duh bi şev bi çekên giran êrîş birin ser benda hevpar a asayîşê. -
Waliyê Tirk ê li Wanê ji bo AKP'ê karê hilbijartinê dike
Waliyê Tirk ê li Wanê Mûrat Zorlûoglû, ji bo dengan ji AKP'ê re peyda bike serdana gund û eşîran dike. Welê lê hatiye ku ji bo xatirê dengan li hespê jî siwar dibe. -
Doh li Şengalê bû, îro jî li Bradostê ye
Gerîlaya YJA-STAR'ê Cizîr êrîşên dewleta Tirk ên li ser qada Bradostê bi bîr xist û got; "Em Hêzên Parastina Gel in. Em ê li her devera Kurdistanê gel û xaka Kurdistanê biparêzin." -
Namzetên lîsteya Nifşên Nû bi gel re hatin ligel hev
Namzeta perlemeniyê ya Nifşên Nû, Rabîa Abas, ji bo hilbijartina ku wê 12’ê Gulanê li Iraqê pêk bê, li gundên Germiyanê, Selam Ebdulah jî îro li Haciawanê derketin pêşberî gel. -
Li Colemêrgê 30 herêm hatin qedexekirin
Walîtiya Colemêrgê, bi hinceta “ewlekariyê” navend û navçe jî tê de, 30 herêm qedexe kirin. -
Tevgera Azadî, êrîşa li dijî namzetê Hewlêrê Mehruf şermezar kir
Tevgera Azadî êrîşa li dijî namzetê Hewlêrê Rabûn Mehruf ku di hilbijartinên li tevayî Iraqê ji Lîsteya Nifşê Nû bûye namzet, şermezar kir. -
HPG: Li Lêlîkan, Colemêrg û Dersimê 21 leşker mirin
Li herêma Lêlîkan a Başûrê Kurdistanê, li Colemêrg û Dersimê di çalakiyên gerîlayên HPG'ê de herî kêm 21 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li girê Xeregolê weşand
Dîmenê çalakiya 28'ê Nîsanê ya li girê Xeregolê yê Çelê ji aliyê Gerîla TV ve hate weşandin. -
Gerîlayek li bejahiya Sêrtê şehîd bû
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku ji ber bomberdûmana giran a artêşa Tirk, gerîlayê bi navê Muhdî Başçi (Adil Sêrt) li bejahiya Sêrtê şehîd bûye. -
Li Lêlîkanê 15 leşkerên Tirk hatin kuştin
Gerîlayên HPG'ê li Lêlîkanê li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di çalakiyê de 15 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
Rejîma Îranê li Rojhilat kolberek kuşt
Hêzên Îranê li ser sînorê Newsûd ê Kirmanşanê kolberek ji ser zinarê avêt. -
Dema hilbijartinên serokatî û parlamentê yên Başûr zelal bû
Hilbijartinên serokatî û parlamenta Herêma Başûrê Kurdistanê wê 30'ê Îlonê bên kirin. -
Waliyê Tirk ê li Şirnexê ji bo AKP’ê gefê li gundiyan dixe
Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş li gundên Cizîrê digere û dibêje “Heke hûn dengê xwe bidin AKP’ê ew ê kêşeyên binesaziyê werin çareserkirin û hûn ê tapûyên xwe bistînin.” -
HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya sê gerîlayên meha Adarê li Çewligê şehîd bû eşkere kir. -
'Tifaqa AKP-MHP'ê wê di binê sindoqan de bimîne'
Ciwanên Amedê diyar kirin li gel şert û mercên Rewşa Awarte jî wê tifaqa AKP-MHP'ê di binê sindoqan de bimîne. Ciwanên Amedê gotin, "Em ê bi ser bikevin." -
Her çeper çîrokek e
Li çiyayên Kurdistanê her çiya çeperek e, her çeper gerîlayek e û her gerîla jî çîrokeke nû ye. -
'Divê em ji bo bidestxistina piraniya wekîlan bixebitin'
Serokê Şaxê Amedê yê PSAKD'ê parêzer Kolûman diyar kir ku ji bo piraniya wekîlên li meclîsê bi dest bixin divê ev li hev bicivin û got, wê bi partiya ku daxwazên Elewiyan qebûl dike bimeşin. -
Gerîlayan li Lêlîkanê li dagirkeran da: 9 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên ku li Girê Lêlîkan ê girêdayî Herêma Biradost a Başûrê Kurdistanê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de herî kêm 9 leşker hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne. -
Li Hewlêrê bi çekan êrîşî parlementer Marûf hate kirin
Li Hewlêrê komeke bi çek êrîşî parlementer Rabûn Marûf kirin. Marûfê ji serê xwe birînar bû, ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê. -
Artêşa Tirk a dagirker Bradostê bombe dike
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li ser Girê Kevot ê girêdayî Herma Biradost a Başûrê Kurdistanê dibarîne. -
Alma yê Roboskî hate destgîrkirin
Hikmet Alma yê ku di qetlîama Roboskiyê de birayê wî hatibû qetilkirin, hate destgîrkirin. -
HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Colemêrg û Lêlîkanê agahî da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên 6'ê Gulanê agahî da ku di çarçoveya "Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Şoreş" de hatin kirin.