KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şehîdên Qeladizê bi merasîmekê hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya Qeladizê li navçeya Qeladizê ya herêma Raperînê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Tevgera Azadî jî bi daxuyaniyekê şehîdên Qeladizê bi bîr anî. -
Paylan: Heke qirkirinê qebûl nekin, ev sûc wê timî dewam bike
Paylan bi bîr xist ku 103 sal in Qirkirina Ermenan hê nehatiye qebûlkirin û got, "Heta ku em demokratîk nebin ji bo ku em sûcan bikin em ê li benda dora xwe bin. Duh Ermen bûn, Elewî bûn, îro Kurd in û sibe dibe ku Tirk an jî civakeke din be." -
Li Hannoverê ji bo Ocalan greva birçîbûnê dest pê kir
Kurdistaniyên li Hannoverê û bajarên derdorê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin. Grev wê 3 rojan dewam bike. -
Di hilbijartinên Iraqê de hedef dengên Kurdan e
Li Başûrê Kurdistanê, pêşbaziya hilbijartinê ya ji bo 44 parlamenterên li parlamenta Iraqê dewam dike. -
KNK'ê ji bo girtiyê Kurd Penahî bang kir
KNK'ê ji bo girtiyê Kurd Ramîn Huseyn Penahî ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê lê birî ye, bang kir. -
Leşkerekî Tirk li Şirnexê hate kuştin!
Li gorî nûçeyên medya Tirk, li Şirnexê ji ber teqînê leşkerekî Tirk miriye. -
KCD'ê Qirkirina 1915'an bi tundî şermezar kir
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) diyar kir ku ew qirkirina di sala 1915’an de a li ser gelê Ermen nalet dikin û bal bir ser vî tiştî ku bi dagirkirina Efrînê re ev polîtîkayên qirkirinê didome. -
Li Semsûrê erd hejiya
Li navçeya Samsatê ya Semsûrê bi pîleya 5,4 erdhej çêbû. Gelek avahî hilweşiyan û 13 kes birîndar bûn. -
Rejîma Îranê 4 Kurd bidarvekirin
Li bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê 4 girtiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin bidarvekirin. -
Bandora dagirkeriya Tirk ya li ser hilbijartinên Başûrê Kurdistan
Ji ber ku di beriya hilbijartinê de dewleta Tirk êrîşî herêma Bradostê û hemû Başûrê Kurdistanê dike, gel dibêje ‘Kesên ku li dijî dagirkeriyê dernekeve, em dengê xwe nadin wan.’ -
HPG'ê têkildarî operasyon û çalakiyên gerîla daxuyanî da
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê ragihand ku li Çelê, Amed û Bedlîsê 5 leşkerên Tirk û li Dêrsimê jî 2 kontra hatin kuştin.HPG’ê diyar kir ku li Pasûrê 3 gerîla şehîd bûne. -
HDP'ê li Wanê dest bi karê ji bo hilbijartinê kir
Rêxistina HDP'ê ya Wanê dest bi karê hilbijartina pêşwext a 24'ê Hezîranê kir. Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede got; "Tifaqa AKP-MHP'ê nikare welêt bi rê ve bibe. HDP wê di hilbijartinan de bi ser bikeve." -
HPG: Nêzîkatiya rayedarên Başûr a li dijî şehîdan nayê qebûlkirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bal kişand ser êrîşa Asayîşa Dihokê ya li dijî sersaxiya Demhat Zindan (Demhat Ehmed) û diyar kir ku ev nêzîkatiya rayedarên Başûr a li hemberî şehîdan ne ya qebûlkirinê ye. -
Meclîsa Borikê ya Şengalê konferansa xwe ya 2. pêk anî
Meclîsa navçeya Borikê ya Şengalê konferansa xwe ya duyemîn pêk anî. Di konferansê de bang li civaka Êzidî hate kirin ku di hilbijartina Iraqê de dengê xwe bide îradeya xwe. -
Buroya hilbijartinê ya Tevgera Goran hate şewitandin
Buroya hilbijartinê ya Tevgera Goran a li bajarokê Hecî Omeranê ji aliyê kesên nenas ve hate şewitandin. -
Li Lêlkanê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin
Li Girê Lêlkan yê Başûrê Kurdistanê ku leşkerên Tirk lê diman, di encama teqînekê de 2 leşkerên Tirk mirin. -
HDP'ê li Cizîrê dest bi xebatên hilbijartinê kir
Rêxistina HDP'ê ya navçeya Cizîrê dest bi xebatên xwe yên hilbijartina pêşwext kir ku tê payîn 24’ê Hezîranê bê kirin. -
Li Lêlîkanê leşkereke Tirk hate kuştin
HPG'ê ragihand ku di çalakiyan gerîlayên HPG'ê de, ya li girê Lêlikanê, ku li Başûrê Kurdistanê, leşkerekî artêşa Tirk hatiye kuştin. -
Riza Altûn: Tirkiye li Efrînê têk çûye, lê hay ji xwe nîne
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn işaret bi têkiliyên Tirkiyeyê yên bi blokên Rûsya-DYA re kir û got, "Tirkiye ketiye nava qefesekê." Altûn got, yên ku dibêjin ew li Efrînê bi ser ketine, haya wan ji têkçûna wan nîne. -
Komela Îslamî namzetên xwe dane naskirin
Serokê Komala Îslamî Alî Bapîr li Hewlêrê dema ku namzetên parlamentaran da naskirin referanduma 25’ê Îlonê da naskirin û got, "referandûmê pir ziyan gihande me." -
HPG'ê nasnameya gerîlayên li Amanosê şehîd bûn eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 8 gerîlayên li Amanosê şehîd bûn eşkere kir. -
Xwendekarên Zanîngehê destek dan çalakiya kolberan
Çalakiya boykotê ya kolber, kasibkar û esnafên li Rojhilatê Kurdistanê 8 roj in dewam dike. Xwendekarên Zanîngeha Merîwanê jî destek dan çalakiyê. -
Helwesta Asayîşa PDK’ê hate protestokirin
Astengkirina Asayîşa PDK’ê ya girseya ku ji 8 navendên cuda ji bo li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê ketibûn ser rêya Sîdekanê, hate protestokirin. -
Asayîşa PDK’ê êrîşî girseya dixwest biçe sîdekanê kirin
Asayîşa PDK’ê li Qesrê êrîşî girseya ku ji 8 navendên cuda ji bo li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê ketibûn ser rêya Sîdekanê, kirin. -
Li Sêrtê operasyon,li Çelê û Lêlîkanê çalakî
HPG’ê diyar kir ku li Sêrtê 5 leşker hatine kuştin û ji ber bomberdûmanê jî 7 gerîla şehîd bûne.