KURDISTAN
Endamê Koordînasyona PJAK'ê Fuad Bêrîtan diyar kir ku li Îranê valahiyeke hêzê ya gengaz wê karibe ji bo vejîna sîstemeke demokratîk zemînê biafirîne û got, weke hêzeke girêdayî îradeya gel em ji hemû senaryoyên gengaz re amade ne.
HPG-NRÇ’ê şehîdên Garê bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Jiyana bi derwêşane ku yek ji taybetmendiyên milîtaniya Apoyî ye, di xwe de şênber kirin û mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin hiştin.”
HPG-NRÇ’ê 6 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Bi îradeya xwe ya bêhempa di dîroka azadiya gelê me de cihê xwe girtin û bûn nirxên me yên bilind ku her tim riya me ronî dikin.”
Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Lêgerîn Artemetan bal kişand ser banga 'vegerê' ya Rêber Apo li sirgûniyan kir û got, "Her ciwanên Kurdistanî yên bi rûmet divê li xak, çand û zimanê xwe vegere."
HPG-NRÇ’ê diyar kir ku gerîlayên bi navê Amed Zap û Şiyar Qeremox şehîd bûne û got, “Bi ruhê fedayî yê Apoyî, hevrêtiya kûr, pîvanên jiyana dilnizm, sekna bi wêrek û fedakariyên xwe hewl dan heqê wezîfeyên xwe bidin.”
Hemû Nûçe
-
Tevgera Azad û RJAK wê bimeşin Bradostê
Tevgera Azad û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ji bo protesto kirina êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser herêma Bradost û qetlîamên sivîlan wê meşek girseyî ji bo Bradostê lidar bixe.
-
HPG’ê li Agiriyê qereqola bi temamî rûxand
Gerîlayên HPG’ê û YJA Star, li gelek herêman di çarçoveya ‘Pêngavên Şoreşgerî’ de li dijmin xistine. Li Agiriyê li qerqol û gir xistin, hemû çeper û kozik rûxandin, yek jê fermandar 20 leşker kuştin.
-
-
-
-
Zehra Dogan: Divê bêtirs nûçe werin çêkirin
Rêveberên Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) çûn hevdîtina rojnameger Zehra Dogan. Dogan got, “Dema mirov di girtîgehê de be, bêtir bi qîmeta rojnamegeriyê dizane” û xwest bila hempîşeyên wê yên li derve bêtirs nûçeyan çêbikin.
-
-
Pelek ji dîrokê; Rojnameya Kurdistan – 1
Rojnameya Kurdistan, roja 22'ê Nîsana 1898'an bi pêşengiya Mîqdad Mîdhed Bedirxan li Qahîreyê dest bi weşanê xwe kir. Rojnamegeriya Kurdî li ser vê bingehê 120 sal in tevî gelek zor û zehmetiyan li ber xwe da.
-
Li Girtîgeha Xarpêtê ‘êşkenceya zayendî’
Diyar bû ku li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê girtiyên jin ên ku naxwazin ku tazî li ser wan bigerin û li ber xwe didin, qerdiyan li wan dixin û êşkenceya zayendî li wan dikin.
-
-
-
HPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên li bejahiya navçeya Kerboran a Mêrdînê û herêma Besta ya Şirnexê şehîd bûn eşkere kir.
-
Di Doza Nisêbînê de êrîşa li Kurdî
Di Doza Nisêbînê de, roja sêyan Şandeya Dadgehê nîjatperestî kir û nehişt ku bi Kurdî parastin werin kirin. Girtiyan jî peyama berxwedanê dan.
-
-
Boykota li Rojhilata berbelav dibe
Piştî ku Îranê li Rojhilatê Kurdistanê bazirganiya sînor qedexe kir boykota ku şêniyên Rojhilat dayî destpêkirin berbelav dibe. Li Merîwan, Saqiz, Mahabat û Serdeştê jî boykot heye.
-
Pencewînî: Tirkiye dixwaze Başûr dagir bike û lê bimîne!
Siyasetmedarê Kurd Pencewînî got, "Tirkiye ne tenê ji bo tinekirina PKK’ê êrîşî herêmên Başûrê Kurdistanê dike, dibe ji ber petrol û dewlemendiya sererd û binerd a van herêman jî be. Ji bo wê êrîş dike ku van herêman dagir bike û lê bimîne."
-
-
-
-
KCK: Ji bo karibin dagir bikin hewl didin Kurdistanê vala bikin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo sivîlên li gundên Şeledizê ji ber bomberdûmana dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan, sersaxî xwest. KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk ji bo karibe bi hêsanî dagir bike, hewl dide Kurdistanê ji mirovan vala bike.
-
-
-
-
-
Li Rojhilatê Kurdistanê grev
Li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarên Bane û Ciwanro ji ber sedema ku bazara bazirganiya sînor hate girtin û bac hatin zêdekirin esnafan dest bi grevê kir.